Here naverokê

helîn

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /ħɛˈliːn/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: he·lîn

Lêker

[biguhêre]
helîn (negerguhêz)   
Rehê dema niha: -hel-
RP.
Niha
ez dihelim
tu dihelî
ew dihele
em, hûn, ew dihelin
Fermanî Yekjimar bihele
Pirjimar bihelin
Rehê dema borî: -helî- / -heliya-
RP.
Boriya
sade
ez helîmheliyam
tu helîheliyayî
ew helîheliya
em, hûn, ew helînheliyan
Formên din: Tewandin:helîn

helîn negerguhêz (lêkera xwerû)

  1. bûn av
    Hevmane: bihujîn, vebijîn
    Dijmane: qerisîn
    Berfa çiyayan hê neheliye.nebûye av
  2. berf yan cemeda pê ve bûn av
    Hevmane: bihujîn, vebijîn
    Dijmane: qerisîn
    Min goşt ji sarincê deranî daku bihele.
    • Bahar bû, û berfa çiyayê Agirî dest bi helînê kiribû. — (Çiyayê Agirî, Yaşar Kemal, Weşanxana Çanda Kurdî)
  3. ji reqiyê nerm bûn
    Divê agir çend germ be daku asin di nav de bihele?
  4. pir germ bûn
  5. pir qehirîn yan xem xwarin
    Ez bi evîna wê helîm.
  6. zeîf bûn
    • ...goştê wî heliyabû. — (Robert Louis Stevenson (2020), tercimeya Ciwanmerd Kulek, Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. Hyde, Stenbol: Avesta, →ISBN, rûpel 44)

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji erebî حَلَّ (ḥalla). Heman rehî herwiha: hel.

Bide ber

[biguhêre]

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya melt a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
[biguhêre]

helîn m

  1. guherîna ji berf yan cemedê bo avê:
    Helîna berfa çiyayan.
    Helîna cemeda sarincê.
  2. (nadir) hel bûn, çareser bûn

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina helîn
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî helîn helîn
Îzafe helîna helînên
Çemandî helînê helînan
Nîşandera çem. helînê wan helînan
Bangkirin helînê helînino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî helînek helînin
Îzafe helîneke helînine
Çemandî helînekê helîninan

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya melting a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.