Here naverokê

bihar

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /bɘˈhɑːɾ/
  • Deng (Amed): guhdar bike(file)
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: bi·har
[biguhêre]
Bihar

bihar m

  1. (demsal) Demsala piştî zivistanê û berî havînê.
    Bihar, havîn, payiz û zivistan.
    Biharê, wê biharê.
    Biharan, her biharê.
    Bihara bê, bihara were.
    Bihara borî, bihara çûyî.
    Par biharê.
    • 2002, Mehmed Uzun, Bîra qederê, Weşanên Nefel:
      Bihar û Gulan hatine; der û ber hêşîn, dinya germ, esman gewher e. Stembol û Kadiköy di nav govenda rengan de ne. Reng bi ser ketine, dinya nû ve vedije. Jiyaneke nû dest pê dike.
    • ~ 1640, Melayê Cizîrî, Dîwan:
      Çû nêv-i baxê gul'izar
      Ew buxçeya her lê bihar
      Lew bilbilan lê qal û şer.
    • (Tu dikarî tarîxa vê jêgirtinê binivîsî?), Feqiyê Teyran:
      Dermanê jara tu yî
      Heyva li çarda tu yî
      Sêva li dara tu yî
      Gula bihara tu yî
      Tîjî nûbara tu yî
      Xutba l’mihdara tu yî.
    • (Tu dikarî tarîxa vê jêgirtinê binivîsî?), Rojen Barnas:
      Bihar e, êdî bihar e, Roza!
      Gupik bi gupik in, gulî li darê.
      Balinde di çerxa dîlanê de,
      Serxweş in bi evîna biharê.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina bihar
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bihar bihar
Îzafe bihara biharên
Çemandî biharê biharan
Nîşandera çem. biharê wan biharan
Bangkirin biharê biharino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî biharek biharin
Îzafe bihareke biharine
Çemandî biharekê biharinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *wósr̥.

Hevreha soranî به‌هار (behar), belûçî û farisî بهار (behar), goranî/hewramî wehar, farisiya navîn wehar, avestayî 𐬬𐬀𐬢𐬵𐬀𐬭‎ (vaŋhar)... sanskrîtî वसर् (vásar) û वसन्त (vasantá), hindî वसंत (vasant) û बसंत (basant)... latviyayî vasara (havîn), lîtwanî vãsara, rûsî/ukraynî весна́ (vêsná), çekî/slovakî vesna... danmarkî/norwecî/swêdî vår... latînî vēr, romanî vară, portugalî verão, spanî verano, (prima)vera, îtalî (prima)vera, fransî (prime)vère... yûnanî έαρ (éar), ermenî գարուն (garun)...

Peyv ji zimanên îranî ketiye gelek zimanên tirkîkî: azerî bahar, oyxurî باھار (bahar), ozbekî bahor, tirkî bahar, (ilk)bahar, (son)bahar, tirkmenî bahar.

Çavkanî:
  • Chyet, Michael L. (2003), “bihar”, li ser Kurdish–English Dictionary Ferhenga Kurmancî - Inglîzî[1], with selected etymologies by Martin Schwartz [li gel etîmolojiyên bijarte ji hêla Martin Schwartz ve], New Haven û London: Yale University Press
  • Horák, Robin (2015): Sémantická motivace názvů ročních období v indoevropských jazycích [Wateya navên demsalan bi zimanên hindûewropî] (bi zimanê çekî)
  • Kroonen, Guus (2013): Etymological Dictionary of Proto-Germanic.
  • Mallory, J. P.; Adams, D. Q., editors (1997): Encyclopedia of Indo-European culture [Zanistnameya Çandeya Kultûra Hindûewropî], London, Chicago: Fitzroy Dearborn Publishers.
  • Nişanyan, Sevan, Çağdaş Türkçenin Etimolojisi [Etîmolojiya Tirkiya Modern] (bi tirkî): bahar
  • The Tower of Babel - An Etymological Database Project [Birca Babilê - Projeyeke Danegeha Etîmolojî] (bi îngilîzî û rusî): http://starling.rinet.ru/
  • Cabolov, R. L. (2001–2010), Etimologičeskij slovarʹ kurdskovo jazyka [Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî] (bi rusî), Moskova: Russian Academy Press Vostochnaya Literatura
  • De Vaan, Michiel (2008), Etymological Dictionary of Latin and the other Italic Languages (Leiden Indo-European Etymological Dictionary Series; 7), Leiden, Boston: Brill, →ISBN

Bide ber

[biguhêre]
Demên salê
bihar havîn payiz zivistan

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]

Anagram

[biguhêre]