zava

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

Bilêvkirin[biguherîne]

  • IPA: /ˈzˤɑːvɑː/

Navdêr[biguherîne]

bûk û zava (1)
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî zava zava
Ravek zava zavayên
Çemandî zava zavayan
Nîşandera çemandî zava wan zavayan
Bangkirin zavayo zavayino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî zavayek zavayin
Îzafe zavayekî zavayine
Çemandî zavayekî zavayinan

zava nêr

  1. mêrê ku daweta wî ye,
    zelamê ku dîlana wî tê kirin,
    zilamê ku zemawenda wî ye
  2. mêrê keça kesekî/ê yan mêrê xwişka kesekî/ê
    • Rizgar zavayê Elî ye. (Keça Elî jina Rizgarî ye.)

Herwiha[biguherîne]

Bi alfabeyên din[biguherîne]

Tewandî[biguherîne]

Dijwate[biguherîne]

Têkilî[biguherîne]

Gotinên pêşiyan[biguherîne]

  • bûk bi dilê zavê ye, çi pitepita pîrê ye
  • bûk bi dilê zavê ye, çi kul bi dilê xelkê ye
  • bûk bi dilê zavê ye, çi pilepila melê ye
  • bûk bi dilê zavê ye, çi hêlehêla melê ye

Etîmolojî[biguherîne]

Hevreha soranî زاوا (zawa), kurdiya başûrî zawa, zazakî zama, hewramî zema, mazenderanî û talîşî زاما‎ (zama), belûçî زامات‎ (zamat), pertî 𐫉𐫀𐫖𐫀𐫅‎ (zʾmʾd /zāmād/), farisî داماد‎ (damad), tacikî домод (domod), pehlewî 𐫅𐫀𐫖𐫀𐫅‎ (damat), hexamenişî *𐎭𐎠𐎶𐎠𐎫𐎼 (damater), sogdî 𐫉𐫀𐫖𐫤𐫀𐫏‎ / ܢܐܩܬܐܝ‎ (zʾmtʾy), avestayî 𐬰𐬁𐬨𐬁𐬙𐬀𐬭‎ (zāmāter), sanskrîtî जामातृ (jā́mātṛ), hindî जँवाई (jãvāī) / जमाई (jamāī), yûnaniya kevn û nû γαμβρός (gambrós: zava) û γάμος (gámos: dawet, zemawend, zewac), latînî gener, îtalî genero, portugalî genro, fransî û katalanî gendre, spanî yerno albanî dhëndër... hemû ji *proto-hindûewropî *ǵem- (zewicîn, jin anîn).

Peyva îranî bi şiklê xwe yê farisî wek داماد (damad) ketibû tirkiya osmanî û di tirkiya niha de bûye damat û cih li peyva tirkî ya xwemalî güvey teng kiriye.

Peyva yûnanî γάμος (gámos: zewac) ya ji eynî rehê peyva zava di gotinên wek monogamî (yekjinîtî, yekzewacî) û polîgamî (pirjinîtî, pirzewacî) de li piraniya zimanan belav bûye û ketiye kurdî jî.

Hêjayî gotinê ye ku zava ne hevreha peyva zewac / zewicîn e. Zewac û zewicîn ji erebî ketine kurdî lê ew bi xwe jî ji זוגא (zewga) ya aramî ne ku ji ζεῦγος (zeûgos) ya yûnaniya kevn e ku ji *yug-ta- û *yeug- (bi hev re meşîn/bezîn) yên proto-hindûewropî ne ku herwiha serekaniya yuxte- ya avestayî, cuxte- ya farisiya kevn, جفت (cuft) ya farisî û cot ya kurdî ye. çift (cot) ya tirkî ji farisî ye.

Çavkanî: Çabolov, Chyet r. 683, Horn r. 117, Watkins r. 26, MacKenzie r. 114, Etymonline

[biguherîne]

Bi zaravayên kurdî[biguherîne]

Werger[biguherîne]