Here naverokê

pîvan

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /piːˈvɑːn/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: pî·van

Lêker

[biguhêre]
Amûrek bo pîvana dirêjahiya tiştan.

pîvan gerguhêz (lêkera xwerû), p-ya nerm

  1. Dirêjiya tiştekê/î hesibandin.
    • Kabira kefte kolanan, hindek deh cara pîvan û hêj qîma wî nehat û her car tê ra dibûrî, heçwekî ev kolane nedîtîn. — (Antolojiya Çîroka Nû ya Kurmancên Başûr, amedekar: Xelîl Duhokî, Weşanên Nûdem)
  2. Kêşan, giraniya tiştekê/î hesibandin.
  3. Hêjahiya tiştekê/î hesibandin.
    • Îcare ew kurik dibêjitê Dijwarê ku, birader boye çi sîl dibî, îşevê tu li van herdukan bipê. Îcare ew çi mirofê tu dizanê — (2010, Mele Mehmûdê Bazîdî, Cami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî, çapa 1ê, Stembol: Lîs, →ISBN, rûpel 118)
  4. Dan ber hev, berhev dan, miqayese kirin.

Tewandin

[biguhêre]

Lêker:

  • -pîv-

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevrehên soranî پێوان (pêwan) û پیوان (pîwan), zazakî peymene, hewramî pîmay, farisî پیمودن, pehlewî peymûden, avestayî peytima- û vî-med (bijîşk), hemû ji îraniya kevn *peti- + *ma- Ji proto-îranî *peti- + *ma-, ji proto-hindûewropî *med-, jê herwiha yûnaniya kevn μέδω (mêtho: parastin), latînî meditor (ramîn, fikirîn), ermeniya kevn միտ (hiş, aqil), gotî 𐌼𐌹𐍄𐌰𐌽 (mitan: pîvan), almanî messen (pîvan), îngilîzî mete (pîvan). Peyva peyman jî ji eynî rehî ye.

Bide ber

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya measure a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
[biguhêre]

pîvan m

  1. Hesibandina dirêjahiya yan firehiya yan bilindahiya yan kûrahiya tiştekî:.
    Pîvana dirêjahiya rê.
    Pîvana bilindahiya xanî.
    Pîvana kûrahiya avê.
    Pîvana rûberê zeviyê.
    Pîvana kembera mirovekî.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina pîvan
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pîvan pîvan
Îzafe pîvana pîvanên
Çemandî pîvanê pîvanan
Nîşandera çem. pîvanê wan pîvanan
Bangkirin pîvanê pîvanino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pîvanek pîvanin
Îzafe pîvaneke pîvanine
Çemandî pîvanekê pîvaninan

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya measurement a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya criterion a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.