heyv

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî heyv heyv
Îzafe heyva heyvên
Çemandî heyvê heyvan
Nîşandera çemandî heyvê wan heyvan
Bangkirin heyvê heyvino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî heyvek heyvin
Îzafe heyveke heyvine
Çemandî heyvekê heyvinan
Heyva çardeşevî
Di Wîkîpediyaya kurmancî de gotarek li ser heyv heye.

heyv

  1. (astronomî) Cismekî asîmanî ye ku li dor dinyayê dizivire û bi taybetî bi şev şewqa xwe didiyê.
  2. Meh, 30 roj, heyamek nêzî 30 rojan yan çar hefteyan ku di dema wê de heyv (1) dibe.
    • Rûken Yeşilbingol di heman demê de diyar kir ku wan biryar dane ku 6 mehan ango heta meha Remezanê, her heyv herî kêm 120 malbatan re bibin alîkar û got: “Hin xêrxwazên dîn jî hebin em dikarin ku hejmara malbatan zêde bikin. — (Du karsazên Kurd ji Ewropayê alîkariya malbatên li Kurdistanê dikin [arşîv], Rûdaw24.1.2021)
    • Ji mehan heyva gulanê bû; berfa zozanan diheliya, avên çem û rûbaran boş bûbûn. Sibê zû rabû ser xwe, cotek nan û hinek pêxwarin kir nav paçekê û li çelteyê xwe dagirt. Paşê çelteyê xwe da milê xwe, babê xwe da pişta xwe û berê xwe da Kelha Gurkêlê. — (Rîwayet û rastî [arşîv], Xwebûn07.04.2020)

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

Hevmane[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Serekaniya peyvê nayê zanîn lê hevreha ayişm ya pehlewî û aşm (aşme, aşmi, aşmî) ya zazakî ye. Di kurmancî dengê M dibe v û yê ş winda dibe. Bo nimûne, di farisî de çeşm û di kurmancî de çav, di zazakî de amnan, di kurmancî de havîn. Hêjayî gotinê ye ku di soranî û farisî de peyvên cuda bo "heyv" û "meh" nînin, bi soranî herdu "mang" û bi farisî jî herdu "mah" in ku herdu jî hevrehên peyva meh ya kurmancî ne. Lê li aliyekî din, balkêş e ku di hin devokên kurmancî de peyva "meh" peyda nabe û bêjeya "heyv" bi herdu maneyan li kar e.

Bi zaravayên din[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.