Here naverokê

rav

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]

rav m

  1. Kuştina yan girtina heywanên kûvî.
    Hevmane: nêçîr, şikar, seyd
    • sedsala XVIIan, Ehmedê Xanî, Dîwan:
      Ew şehnişîn û hewz û av, nêçîrgehêd pir seyd û rav
      Nabit bibêjim ez bi nav, kan padişahê Serhedan?
    • (Tu dikarî tarîxa vê jêgirtinê binivîsî?), Cigerxwîn, Dîwana 6a, şefaq:
      Herdû alî rez û dar
      Heta dighê ber zinar
      Çend çiyayên xwedî nav
      Ko me li wan dikir rav
  2. Gerîna li tiştekê/î û zeftkirina yan peydakirina wê / wî tiştî.
    Rava bêje û biwêjên kurdî dike.
  3. Li ser çermê mirovan li ew derên ku tav(roj) lê dide tarîbûn yan jî esmerbûn e. Li wan deran xet û lekeyên bi rengê qehweyî çê dibin. Bi taybetî li pîreka ev nexweşî pirtir tê dîtin.[1]

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina rav
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî rav rav
Îzafe rava ravên
Çemandî ravê ravan
Nîşandera çem. wê ravê wan ravan
Bangkirin ravê ravino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî ravek ravin
Îzafe raveke ravine
Çemandî ravekê ravinan

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha soranî raw, belkî ji zimanên îranî.

Bide ber

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]

Anagram

[biguhêre]

Çavkanî

[biguhêre]
  1. ^ Ferhengoka Quran a Pîroz û Arşa wêye bilind, Abdullah Varlı, çapa yekemin
[biguhêre]

rav m

  1. xêz
    Ravên hûr ên qehweyî li beratîya berçêlkê û zikî ne.

Etîmolojî

[biguhêre]
  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger

[biguhêre]