Here naverokê

firingî

Ji Wîkîferheng

Etîmolojî

[biguhêre]

Bi eslê xwe maneya "ewropî" dida, ji fransî Franc (frank, fransî, fransî) ji zimanekî germenî "*franko" (rim), hevreha îngilîziya kevn franca û herwiha navê Frensayê bi gelek zimanan.

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Firingiyek

firingî m

  1. (sebze) Sebzeyek sor û girovir e (û bi gelemperî temetî mistek mirovan e; keçap jê tê çêkirin).
    Hevmane: bacansor, bacansork, tomate, pamîdor, şamik
    • 1986, Firat Cewerî, Girtî, Weşanên Nûdem:
      Wan ji xwe re hin xiyar, firingî û penîr kirîn, çûne nav bexçeyekî, li bin siya darekê rûniştin û bi kêf û henek xwarina xwe xwarin.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina firingî
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî firingî firingî
Îzafe firingiya firingiyên
Çemandî firingiyê firingiyan
Nîşandera çem. firingiyê wan firingiyan
Bangkirin firingiyê firingiyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî firingiyek firingiyin
Îzafe firingiyeke firingiyine
Çemandî firingiyekê firingiyinan

Formên alternatîv

[biguhêre]
[biguhêre]

Werger

[biguhêre]

Rengdêr 1

[biguhêre]

firingî

  1. Tişta/ê ji wê sebzeyê hatiye çêkirin.
  2. Tişta/ê dişibesebzeyê.
    Sorê firingî.

Werger

[biguhêre]

Rengdêr 2

[biguhêre]

firingî

  1. Guhartoyeke frankî.
    • ~ 1640, Melayê Cizîrî, Dîwan:
      Ceng-i hindî dikirin fêris û rimbazê 'ereb
      Tûx û 'ala di firingî ne kemandarê hebeş
      Tu binê rom û 'ecem kuştine zengî di kemîn