Here naverokê

gorî

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Tewandina gorî  
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gorî gorî
Îzafe goriya goriyên
Çemandî goriyê goriyan
Nîşandera çemandî goriyê wan goriyan
Bangkirin goriyê goriyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî goriyek goriyin
Îzafe goriyeke goriyine
Çemandî goriyekê goriyinan

gorî m

  1. Dema kesek jiyana xwe li pêy tiştek yan kesek yan welatê xwe dike qurban.
    Hevmane: qurban, fîda
    • Mûsa Beg bûbû goriya derewên wan. — (Çiyayê Agirî, Yaşar Kemal, Weşanxana Çanda Kurdî)
    Mirovên welatparêz xwe bo welatê xwe dikin gorî.xwe bo welatê xwe didin kuştin
    Ez gorî herdu çavên te bibim.
    Gorî te bin bav û dayika min, ya resûlê xwedê!

Herwiha

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Dibe ku têkildarî proto-hindûîranî *ȷ́ʰáwtram (gorî, pêşkêşiya avî a tê riştin), ji proto-hindûewropî *ǵʰew- (riştin, rijandin); nê guherrîna dengî divê bidaya -z-. Hevreha avestayî 𐬰𐬀𐬊𐬚𐬭𐬀 (zaoθra), ku keftiye farisiya navîn zwhr (zowhr), farsiya klasîk زور (zowr), sanskrîtî होत्र (hotra). Ber hevrrehên wê dayî, divê bibûya *zewher (wek *gowhr > gewher, *zowr > zever), lewma dibe ku ji wê rehê manê ji teşeyeka din dariştibe. Ji vê rehê bi gengazî zot kirin (lê zêde kirin, bi ser ve kirin, îlawe kirin), ji proto-hindûîranî *ȷ́ʰáwtā (gorîker, qeşe, rahib) (>farisî زوت (zût, pîrên zerdeştî)).

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]
Tewandina gorî  
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gorî gorî
Îzafe goriya goriyên
Çemandî goriyê goriyan
Nîşandera çemandî goriyê wan goriyan
Bangkirin goriyê goriyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî goriyek goriyin
Îzafe goriyeke goriyine
Çemandî goriyekê goriyinan

gorî m

  1. (Surçî) dor
    Roja berayiyê goriya min bû.Roja yekem dora min e.

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji gor +‎ .

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]

gorî m, r-ya req

  1. Rewşa gorbûnê.
    Hevmane: gorîn

Werger

[biguhêre]

Hoker

[biguhêre]

gorî

  1. li gor, li dûv, li pey, bi wên a.., wek, mîna
    Li gorî te, divê em çi bikin.
    Bi baweriya te divê em çi bikin.

Werger

[biguhêre]

Rengdêr

[biguhêre]

gorî

  1. çiyayî

Etîmolojî

[biguhêre]
  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger

[biguhêre]