Here naverokê

beşer

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]

beşer m

  1. mahd, , serçav, moral, kêf, coş
    Kesekî beşer vekirî ye.
    • Lê çendek bû beşera bavê min qet xweş nedibû, pirr melûl û xemgîn bû. — (Frîda Hecî Cewarî (2010), Bîranînên Min, Weşanên Lîmûş, rûpel 40)
    • Weke 2 sal pêşda, Peter ji min re xeber da. Di nava ew qas salan de, ew tenê niha bi rastî bextewar bibû. Hela hê beşera wî jî xweş bû. — (2017, Kovara Birca Çavdêriyê, r. 15, “Tenê Li Rûyê Mirovan Nenêre”, li ser jw.org[1])
    • Gava qala Eyûbîyan, Merwanîyan, Medan û Kardoxîyan dikira, beşera wî vedibû û gula wî dipişkivîya. — (Şakir EPOZDEMÎR: Pêşengekî Şareza û Nemir: FEHMÎ BÎLAL, Kovara Bîr, Hj. 6, 2007, r.241)
  2. bînahî, ronahiya çavan, hinêra dîtinê

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina beşer
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî beşer beşer
Îzafe beşera beşerên
Çemandî beşerê beşeran
Nîşandera çem. beşerê wan beşeran
Bangkirin beşerê beşerino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî beşerek beşerin
Îzafe beşereke beşerine
Çemandî beşerekê beşerinan

Etîmolojî

[biguhêre]
  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]

beşer m yan n li gorî maneyê

  1. mirov, meriv, insan, ademîzad, benîadem,
    jin û zelam û keç û kurr û bûnewerên din yên bi du piyan dimeşin û dikarin biramin û biaxivin
    • Edî çar pênc kamyon tijî leşker, hezar helîkopter û balafir jî bihatana hew ew beşer didîtin. — (Firat Cewerî (1986), Girtî, Weşanên Nûdem)
    • Pirr kesan dîtin keramet û eser
      J' xwendina Mewlûda Sultanê beşer.
      — (Mewlûda Mela Hisênê Bateyî)

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina beşer
Zayendên mê û nêr ên binavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî beşer beşer beşer
Îzafe beşera beşerê beşerên
Çemandî beşerê beşerî beşeran
Nîşandera çem. beşerê beşerî wan beşeran
Bangkirin beşerê beşero beşerino
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî beşerek beşerek beşerin
Îzafe beşereke beşerekî beşerine
Çemandî beşerekê beşerekî beşerinan

Hevmane

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji erebî بشر (beşer), hevreha îbrî בשר (beşer), aramî ܒܣܪܐ (bişra), ugarîtî 𐎁𐎒𐎗 (bsr), akadî bişru... ji proto-samî.

Werger

[biguhêre]

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • Deng (Îzmîr, Tirkiye): guhdar bike(file)
[biguhêre]

beşer

  1. mirov
  2. ademîzad
  3. pêncepênc, pênco pênco
    Elmaları onlara beşer beşer ver.Sêvan pêncepênc bide wan.
[biguhêre]

beşer

  1. beşer, însan, merdim[1]

Çavkanî

[biguhêre]