Here naverokê

beraz

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Beraz

beraz m yan n li gorî maneyê

  1. Heywanek guhandar û kedîqelew û kêmpûrt e û bo serjêkirinê têt xwedîkirin
    lê di îslamê û cihûtiyê de goştê wan heram e
    (berazên mê madek, yên nêr yekane û yên çêlik jî kudik in).
    Hevmane: werez, xinzîr, dengî, borre, xiznîr, wahş
  2. (mecazî) kesa/ê dexes, ne xêrxwaz; mirûvê şîm an pîs

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • ~ 1692, Ehmedê Xanî, Mem û Zîn:
    Meyxur ke melan bi xenc û nazan
    Şêxan tu bişihîne ber berazan
    Destûr bide bisk û zulf û xalan

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina beraz
Zayendên mê û nêr ên binavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî beraz beraz beraz
Îzafe beraza berazê berazên
Çemandî berazê berazî berazan
Nîşandera çem. berazê berazî wan berazan
Bangkirin berazê berazo berazino
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî berazek berazek berazin
Îzafe berazeke berazekî berazine
Çemandî berazekê berazekî berazinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Hevmane

[biguhêre]

Têkildar

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *ṷer- (hilkişandin, ji erdê kişandin derê) > *ṷerḡh- (ji reh ve hilkişandin, bi reh ve deranîn - awayê ku beraz pê xwarina xwe peyda dikin), proto-îranî *verajhe-, hevreha avestayî veraze-, pehlewî weraz, sanskrîtî वराह (varāha), farisî گراز (goraz), soranî به‌راز (beraz), kelhûrî weraz... ܘܪܙܐ (werza) ya aramî û վարազ (varaz) ya ermenî ji îranî hatine deynkirin.[ç 1] Xoz ya zazakî ji ermenî hatiye deynkirin.

Çavkanî:

  1. ^ Chyet, Michael L. (2003), “beraz”, li ser Kurdish–English Dictionary Ferhenga Kurmancî - Inglîzî[1], with selected etymologies by Martin Schwartz [li gel etîmolojiyên bijarte ji hêla Martin Schwartz ve], New Haven û London: Yale University Press

Cûreyên berazan

[biguhêre]

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya pig a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Anagram

[biguhêre]

Çavkanî

[biguhêre]
[biguhêre]

beraz (pirjimar berazان (berazan))

  1. beraz

(guhandar)