Here naverokê

li

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /ˈlɘ/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bikeⓘ(file)
  • Kîtekirin: li

Pêşdaçek

[biguhêre]

li

  1. Daçekek e bo diyarkirina cihê tiştekî.
    li Kurdistanê
    li gundekî
    li malê
    • 2021, Salihê Kevirbirî, “Hosteykî Edebiyata Kurdî: Eliyê Evdirehmanê Momîn”, li ser Nûbihar‎[1], hejmar 150, rûpel 50:
      Lê mixabin li Qefqasya, Rûsya û Asya Navîn rewşa xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî pir kêm e. Di vî warî de rola saziya Berbangê, kovara Nûbarê û rojnameya Jiyana Kurd gelekî girîng e. Lê diyar e ev xebat têrê nake.
    • 2006, Paşa Uzun, Xalê min Ferîd‎[2], Weşanxaneyê Vateyî, rûpel 59:
      Li Swêregê û Diyarbekîrê em Suat Karataş û Yahya Mehmedoglu re alîkarî dikin, em dixwazin ew her du bibin reîsê belediyê.
  2. Daçekek e bo diyarkirina demê.
    li sala 2000ê
    li biharê
    li êvarê

Notên bikaranînê

[biguhêre]

Agadarî Daçeka "li" diyar dike ku tiştek li cihekî ye, daçeka "di ... de" diyar dike ku tiştek di cihekî de ye: "Li Kurdistanê", "li Diyarbekirê", "li meydanê" lê "di kitêbê de", "di qazanê de"(ne "*di Kurdistanê de", ne "di Diyarbekirê de", ne "*di meydanê de" lê herwiha ne "*li kitêbê" û ne "*li qazanê".)

Dema ev daçek serbixwe tê bikaranîn (ango ti nomîn nadin pey wê), ew dibe lê; lê kirin: li wê kirin; li wî kirin; li wan kirin

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha soranî له (le), hewramî ne, hexamenişî ena, ji proto-hindûewropî *en (li, tê de, di ... de) û wisa hevreha îngilîzî, almanî, latînî û gelek zimanên din in, fransî û spanî en, yûnaniya kevn ἐν (en), albanî në, ermenî ի (i), danmarkî, norwecî û swêdî i, lîtwanî į, îrlendiya kevn i, weylsî yn... Bo guherîna N > L bide ber: nimêj > limêj, nivîn > livîn.

Heke ne ji proto-hindûewropî be, dikare ji al / la (rex) be. Dîsa dikare ji erebî على ('ela: li ser) jî be. Herwiha bide ber tirkî -la / -le (bi, li gel, bi ... re).

Herwiha binêre

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya at a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA: /li/
  • Kîtekirin: li

Cînav

[biguhêre]
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî li
-
Akûzatîf lin
Xwedîtî lia liaj
Xwedîtî + Akûzatîf lian liajn

li

  1. (mêr) ew, wî
    Li amas vin. ― Ew ji te hez dike.
    Li skribis. ― Wî nivîsand.

Etîmolojî

[biguhêre]

    Deyn ji spanî le, îtalî lui, fransî lui.

    Herwiha binêre

    [biguhêre]
    yekhejmar pirjimar
    kesê yekem mi
    ez, min
    ni
    em, me
    kesên duyem vi
    tu
    kesên
    sêyem
    nêr li
    ew, wî
    ili
    ew, wan
    mê ŝi
    ew, wê
    bêzayend ĝi
    ew
    nediyar oni
    yek
    vegerok si
    xwe