ew

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Cînav[biguhêre]

Yekjimar Pirjimar
Mê û nêr ew ew

ew

  1. (yekjimar) kesê sêyem,
    kesa/ê yan heywana/ê yan tişta/ê ku behs li ser e ji bilî ya/yê ku diaxive û ya/yê ku bo tê axiftin
    Ew hevalê min e.
    Min ew nedît.
  2. (pirjimar) kesên sêyem,
    kesên yan heywanên yan tiştên ku behsa wan tê kirin ji bilî yên ku diaxivin û yên ku bo tê axiftin
    Ew hevalên min in.
    Min ew nedîtin.
  3. gotin ji wî kesê ku mirov navê wî nezane an jî ji bîr kiriye.
  4. ewk

Ji wêjeya klasîk[biguhêre]

  • Ew Xudayê malikê mulkê 'ezîm
    Daye me mîrasa Qur'ana Kerîm
     — (Mela Hesenê BateyîMewlûda Kurdî~1720)

Herwiha[biguhêre]

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Tewandî[biguhêre]

  • : , (ewê)
  • Nêr: , (ewî)
  • Pirjimar (mê û nêr): wan, (ewan)

Têkildar[biguhêre]

Cînavên kesîn
Yekjmar Pirjimar
Navkî Çemandî Navkî Çemandî
Kesê 1em ez min em me
Kesê 2em tu te hûn we
Kesê 3em Dûr ew nêr ew wan
Nêzik ev nêr ev van

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreha soranî ئه‌و(ew), zazakî o, farisî او(o), hemû ji proto-îranî *ewe-. Di kurmancî de "" ji "ew+ê", "" ji "ew+î û "wan" ji "ew+an" e. "O" (ew) ya tirkî ji zimanekî îranî ye, ol û an yên tirkî yên bi wateya "ew" di bin bandora zimanên îranî de yan winda bûne yan jî wek ya îranî guherîne û bûne o. Serekaniya peyva "ew" di proto-hindûewropî de ne diyar e lê belkî *éy (, ê - îngilîzî the) yan jî *h₂eu- be ku bi forma xwe ya *h₂eutos serekaniya peyva αὐτός (autos: xwe) yûnaniya kevn e ku niha di gelek zimanan de wek auto- û di kurdî de jî ji ber bandora bilêvkirina fransî oto- ye, wek otobûs, otomobîl, otonom...

Werger[biguhêre]


Lekî[biguhêre]

Cînav[biguhêre]

ew (ew)

  1. (yekjimar) kesê sêyem,
    kesa/ê yan heywana/ê yan tişta/ê ku behs li ser e ji bilî ya/yê ku diaxive û ya/yê ku bo tê

Herwiha[biguhêre]