di-
Xuyakirin
Bilêvkirin
[biguhêre]- Kîtekirin: di·
Pêşgir
[biguhêre]di-
- nîşana dema niha di hevokên erênî de
- Ez diçim.
Ew dibêjin,
Hûn dikin.
- nîşana berdewamiyê di demên borî de
- Ez hingê diçûm mala wan.
Wî wê salê li zankoyê dixwend.
Wan hê nedizanî ku em hatine.
Formên alternatîv
[biguhêre]Etîmolojî
[biguhêre]Bi devokî herwiha t- (Behdînan) yan de- (Xorasan), hevrehên soranî de- û (bi helîna D-yê) e-, kurdiya başûrî e-, belûçî -e... Ji di; wek di-çim = di çûnê de me, di karê çûyîniyê de me. Gengazkî pêşî bo dema niha a berdewam bi kar dihat (wek tirkî yapmaktayım, îngilîzî i am (at) doing). Bide ber zazakî -en.
Li gorî Stilo, dibe ku di-, de-, ed- û formên din hevrehên talişî at-, ad-, ar-, an- (Vefşî) hem jî hin zimanên îraniya başûr-rojavayî ne, lê ev xuya neye. Ew dibêje: "Extending to the northwest, it is even plausible that the Kurdish tense-aspect markers (N. Kurdish) di- ~ da- ~ t- and (C. Kurdish) a- ~ da- are also this same morpheme but this interpretation is far from certain."[1]
Bide ber
[biguhêre]Bi zaravayên din
[biguhêre]Werger
[biguhêre]Çavkanî
[biguhêre]- ^ Stilo, D., (2007) Isfahan xxi. PROVINCIAL DIALECTS https://www.iranicaonline.org/articles/isfahan-xxi-provincial-dialects/
Pêşgir
[biguhêre]di-