Here naverokê

hindir

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /hɘnˈdɘɾ/
  • Deng (Amed); hundir / hindur: guhdar bike(file)
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: hin·dir
[biguhêre]
Xirnîfkek di hindirê kartonê de.

hindir n

  1. tê ve, tê de, daxil, ne derve, ne der, ne xaric
    Kerem kin, werin hindir.
    Hemî li hindir rûniştî bûn.
    Zû ji hindir derket ser cadeyê.
    hindirê xanî
  2. navxwe
  3. (li Efrîn) ode
    hindirên me hene.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina hindir
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hindir hindir
Îzafe hindirê hindirên
Çemandî hindirî hindiran
Nîşandera çem. hindirî wan hindiran
Bangkirin hindiro hindirino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hindirek hindirin
Îzafe hindirekî hindirine
Çemandî hindirekî hindirinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *h₁énteros, hevreha kurmancî hinav, ên farisî اندر (ender, hindir, tê de) û اندرون (enderûn, hinav) sanskrîtî अन्तर (entere), yûnaniya kevn ἔντερον (énteron, hinav), latînî intra û interior, îngilîzî enter (ji latînî).

Werger

[biguhêre]