Here naverokê

pisîk

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /pʰɘˈsiːk/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bikeⓘ(file)
  • Kîtekirin: pi·sîk
[biguhêre]
Pisîkek.

pisîk axlebî mê, p-ya req, k-ya nerm

  1. (guhandar) Heywanek e ku dişibe pilingan lê jê biçûktir e û kedî ye û bi dengê "miyaw" yan "mirrr" bang dike.
    • 1683, Ehmedê Xanî, Nûbihara Biçûkan:
      سارق و لص هر دو چه ناڤی دزان
      هره و سنور پسیک فأره مشک
      ثقب کن و روڤی چیه ثعلبان
      Sariq û liṣṣ herdu çi? Navê dizan
      Hirre û sinnewr-i pisîk; feʾre mişk
      S̤eqb-i kun, û rûvî çi ye? S̤eʿleban
  2. (biyolojî) Kitik û heywanên nêzî wan (wek şêr, piling, panter, leopard, jaguar û hwd).

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina pisîk
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pisîk pisîk
Îzafe pisîka pisîkên
Çemandî pisîkê pisîkan
Nîşandera çem. wê pisîkê wan pisîkan
Bangkirin pisîkê pisîkino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pisîkek pisîkin
Îzafe pisîkeke pisîkine
Çemandî pisîkekê pisîkinan

Formên alternatîv

[biguhêre]

Hevmane

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji dengê onomatopoetîk yê gazîkirina pisîkan: pişo-pişo / piso-piso!. Bi heman awayî di gelek zimanên din de jî hatiye çêkirin: soranî پشیلە (pişîle), belûçî پشی (pişî), farisî پیشی (pîşî), azerî û tirkmenî (tirkmenistanî) pişik, çagatayî (çaxatayî) پیشیک (/⁠pîşîk⁠/), romanî pisicã... Hevwateya wê kitik jî peyveke li navneteweyî ye - bo agahiyên berfirehtir li wê binêrin.

Bi alfabayên din

[biguhêre]

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]

Anagram

[biguhêre]