Here naverokê

ajotin

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /ɑːʒoːˈtɘn/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bikeⓘ(file)
  • Kîtekirin: a·jo·tin

Lêker

[biguhêre]
ajotin (gerguhêz)   
Rehê dema niha: -ajo-
RP.
Niha
ez diajom
tu diajoyî
ew diajo
em, hûn, ew diajon
Fermanî Yekjimar biajo
Pirjimar biajon
Rehê dema borî: -ajot-
RP.
Boriya
sade
min ajot
te ajot
wê/wî ajot
me, we, wan ajot
Formên din: Tewîn:ajotin
Kesek tirimpêlê diajo.

ajotin gerguhêz (lêkera xwerû)

  1. Tirimpêlek yan dewarek meşandin ango anîn yan birin.
    Te çima terşê xwe ajotiye nav bûstanê me?!
  2. Vêkişandin, dirêj bûn.
    Civîna wan seetekê ajot. ― ango civîna wan seetekê dirêj bû
    • 2026 tîrmeh 20, Rohat Alakom, “Dêre Sorê Piçûkê”, li ser Kovara Bîr‎[1]:
      Bi şaşî “Dêra sorê…” (Kilîsa sor) gotine û nivîsîne. Gelek kesan jî navê kilama Dêre Sorê Piçûkê bi navê bajarê Deyrezor re tevlihev kirine. Vê yekê bi salan ajotiye.
  3. Kêlan, cot kirin.
    Ew hê jî zeviyên xwe bi gayan diajon (an jî dojin).
  4. Teqîb kirin, mînak şop ajotin.
  5. Zixtkirin, handan.
  6. sirgûn kirin
    • 1866, Mele Mehmûdê Bazîdî, edîtoriya Mîkaîl Bilbil û Mistafa Oztirk, Tûhfetu'l-Xîlan Fî Zimanê Kurdan, çapa 1ê, Weqfa Mezopotamyayê, di 2019 de hate weşandin, →ISBN, rûpel 161:
      Walah eve xebera derew biderdikeve ez dê te tālān bikim û kep û guhêd te jî ji boy sosret jê kim û te ji nêva êlê biderînim û bajom (biajom)! Êdî tu dizanî!

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

    Ji proto-hindûewropî *h₂eǵ-, proto-îranî *aza-, hevreha 𐬀𐬰𐬀𐬌𐬙𐬌 (azaiti) ya avestayî, sanskrîtî अजति (ajati), ermeniya kevn ածեմ (acem), yûnaniya kevn ἄγω (ágō), latînî agō, swêdî åka... Heman peyv ihtimal e ku serekaniya hêga (zevî) ya zazakî ye jî. ajaa ja fînî û ajama ya estonî bi ihtimaleke mezin ji proto-hindûewropî, bi taybetî ji proto-îranî hatine deynkirin.

    Bi zaravayên din

    [biguhêre]

    Werger

    [biguhêre]
    [biguhêre]

    ajotin m

    1. Meşandin ango anîn yan birina tirimpêlek yan dewarek.

    Tewandin

    [biguhêre]
    Tewandina ajotin
    Zayenda mê ya binavkirî
    Rewş Yekjimar Pirjimar
    Navkî ajotin ajotin
    Îzafe ajotina ajotinên
    Çemandî ajotinê ajotinan
    Nîşandera çem. wê ajotinê wan ajotinan
    Bangkirin ajotinê ajotinino
    Zayenda mê ya nebinavkirî
    Rewş Yekjimar Pirjimar
    Navkî ajotinek ajotinin
    Îzafe ajotineke ajotinine
    Çemandî ajotinekê ajotininan

    Werger

    [biguhêre]