kirde
Xuyakirin
Navdêr
[biguhêre]Tewandina kirde | ||
---|---|---|
Zayenda mê ya binavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | kirde | kirde |
Îzafe | kirdeya kirda |
kirdeyên kirdên |
Çemandî | kirdeyê kirdê |
kirdeyan kirdan |
Nîşandera çemandî | wê kirdeyê wê kirdê |
wan kirdeyan wan kirdan |
Bangkirin | kirdeyê kirdê |
kirdeyino kirdino |
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | kirdeyek kirdek |
kirdeyin kirdin |
Îzafe | kirdeyeke kirdeke |
kirdeyine kirdine |
Çemandî | kirdeyekê kirdekê |
kirdeyinan kirdinan |
kirde m, k-ya nerm
- Tiştê ku hatiye kirin.
- Hevmane: emel
- Bi vê guhartine, bêşik hikûmeta Vîşiyê, bêtir nîzingi li elemanan kiriye. Lê ji vê nîzingbûnê hêj tu kirde ne hate der. — (Hawar, Rewşa Dinyayê, Nêrevan, Amadekar: Firat Cewerî, Weşanên Nûdem, cild 2, hj. 43, 1942, sala weşandinê: 1998, r. 999)
- Ew klîşa wê Jandarka çeleng û dilhesin û gurçikpola û kirdeyên xebata wê ne jibo dilgermî û nav têdanek ji gelê me û bîraniyek ji neyarê Fransa re ye? — (Roja Nû, Diyarê Stêrê, 1944, Hesen Hişyar, hj. 33)
- Van kirde û van gotin
Ku Ji her der dihatin
Dilê Kurdan dikir xurtir,
Serê wan hîn blintir. — (1964, Çîroknivîs, Şerê Azadî, r. 34) - Cîhaneke wisan ku li wê derê peyv û şixul, qise û kirde hevûdu temam dikin û wekhev în. — (Mehmed Uzun, Mirina Kalekî Rind, Weşanxana Orfeus, 1987, r. 73)
- (emilandina xelet, rêzimanî) Kesê yan tiştê ku tiştekî dike.
- Hevmane: fail, subje, kirar
- Di cimleya "Ew nanî dixwe." de "ew" kirde ye, "nanî" obje e û "dixwe" fiîl e.
- Di hevoka jorîn de (Temo çû) herwekî gotin li ser Temo ye em zû dizanin ko kirdeyê vê hevokê (Temo) ye û (çû) pêwera wî ye ji ber ko kirina Temo şanî me dide. — (1938, Dr. Kamiran Alî Bedir-xan, Xwendina Kurdî, Çapxana Tereqi, Şam, r. 73)
Etîmolojî
[biguhêre]Deyn ji soranî کردە (kirde, “karên kirî”),[ç 1] neolojîzm ji کرد (kird, rehê dema borî ji کردن (kirdin, “kirin”)) + ە (e, “-e”).
Manaya 2an a "fail, subje" ji eynî rehî ji aliyê Kamiran Alî Bedirxan ve hatiyê çêkirin ku ji aliyê dariştin û manayê ve xelet e.[ç 1]
Çavkanî:
- ^ a b Nûbihar Akademî, Çend Kêşeyên Veguhestinê ji Kurdîya Soranî bo Kurdîya Kurmancî [arşîv], Zülküf Ergün, cild 4, hj. 15, 2021, r. 18
Werger
[biguhêre]tiştê hatiye kirin — binêre emel
fail — binêre fail
Navdêr
[biguhêre]kirde
- nanekî ku ji ardê gilgilan tê çêkirin
- Nimûneyekê lê zêde bike [ biguhêre ]
Kategorî:
- Kurmancî
- guherto2 -e
- Lema bi kurmancî
- Navdêr bi kurmancî
- Navdêrên mê bi kurmancî
- Rûpelên bi 2 madeyan
- Bilêvkirinên kurmancî bi k-ya nerm
- Jêgirtin bi kurmancî
- Emilandinên xelet bi kurmancî
- Rêzimanî bi kurmancî
- Nimûne bi kurmancî
- Peyvên kurmancî yên deynkirî ji soranî
- Peyvên kurmancî ji soranî
- Peyvên kurmancî yên çêkirî ji aliyê Kamiran Alî Bedirxan
- Peyvên kurmancî yên ji aliyê kesekî ve hatiye çêkirin
- Tirkî
- Lema bi tirkî
- Navdêr bi tirkî