peyvik
Xuyakirin
Bilêvkirin
[biguhêre]- Kîtekirin: pey·vik
Navdêr
[biguhêre]peyvik m
- (purîzm) Çend herfên ku bi hev re tên nivîsîn û maneyekê didin.
- 1985, Mîr Celadet Bedirxan û R. LESCOT, “Rêzimana kurdî”, bi tercimekirina Pervîn, li ser Têkoşêr, hejmar 30, rûpel 8:
- Di hemî peyvikên din de "sond" tê gotin.
- 1991, Hesenê Metê, Smirnoff, Weşanên Welat:
- Herdu piyalên dagirtî bi du peyvikên noş li hev dikevin.
- 1993, Baran Rizgar, Ferhenga kurdî-îngîlîzî[1], Lithosphere, →ISBN, rûpel 12:
- Bo amadekirina beşe dudan (Îngîlîzî-Kurdî) min li nêzîkî 50.000 peyvikên îngîlîzî kola û ji wan nêzîkî 18.000-ên bingehîn hilbijartin.
Tewandin
[biguhêre]| Zayenda mê ya binavkirî | ||
|---|---|---|
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | peyvik | peyvik |
| Îzafe | peyvika | peyvikên |
| Çemandî | peyvikê | peyvikan |
| Nîşandera çem. | wê peyvikê | wan peyvikan |
| Bangkirin | peyvikê | peyvikino |
| Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | peyvikek | peyvikin |
| Îzafe | peyvikeke | peyvikine |
| Çemandî | peyvikekê | peyvikinan |
Etîmolojî
[biguhêre]Werger
[biguhêre]kelîme — binêre kelîme