xêr

Bê kategoriya rêzimanî
Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xêr xêr
Îzafe xêra xêrên
Çemandî xêrê xêran
Nîşandera çemandî xêrê wan xêran
Bangkirin xêrê xêrino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xêrek xêrin
Îzafe xêreke xêrine
Çemandî xêrekê xêrinan

xêr

  1. Tişta/ê baş yê ku mirov bo kesekî dike yan dide kesekî bêyî ku bi xwe ti bedelekêwerbigire.
    Hevmane: sedeqe, zekat, qencî, başî, pîtîfer, xêrik
    Malê xwe kir xêr û da feqîran.
    Wî hezar dolar bi xêr dan sêwiyekî
  2. Ne guneh, (li gor hin dîn û olan) kirinên ku mirov dikare pê biçe biheştê û xwe ji dûjehê biparêze.
    Nimêjkirin û rojîgirtin xêr e lê zina û elkol guneh in.
  3. baş, bikêr, bimifa
    peyamek xêrê
    mizgîniyek, mijdeyek
  4. berhem, ber, deramet, dahat
    Ti xêr tê de nîne.
    Bêxêr e.

Ji wêjeya klasîk[biguhêre]

  • Dîrhemek bêt serfê Mewlûda Nebî
    Xêrekî mezin ji bo hasil dibî
    Hem ji Şeyxan bû rîwayet ev xeber
     — (Mela Hesenê BateyîMewlûda Kurdî~1720)

Herwiha[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji erebî خَيْر(ḵayr), ji rehê خ ي ر(ḵ-y-r).

Werger[biguhêre]

2. ji bilî[biguhêre]

xêr (cureyê peyvê?)

  1. (ji bilî) Binere: xeyr (1)

3. fûriyayî[biguhêre]

xêr (cureyê peyvê?)

  1. (fûriyayî) Binere: xwêr