lebê

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Hoker[biguhêre]

lebê

  1. peyvek e ku tê bikaranîn li şûna
    "bibore, min nebihîst ka te çi got",
    "bêzehmet, gotina xwe dubare bike
  2. peyvek e ku tê bikaranîn li şûna
    "di xizmeta te/we de me",
    "kerem ke, emir bike"
  3. bila, baş e, okey, ser çavan
  4. belê, erê

Herwiha[biguhêre]

Bikaranîn[biguhêre]

  • Di kurdiyê (û di farisiyê) da li şûna erê (û arê) yê da belê (bi erebî belî, bela) dihêt bikaranîn, ko bi ramana erê ya kurdî û yes-a inglîzî ye. Peyveka dî ya erebî lebê ye ko ne bi ramana erê yê, lê bi ramana bilayê, anko ok-ya inglîzî ye.... jiber nêzîkî ya herdu gotinan kurd dibêjin belê û lebê jî. Lê, di koka xwe da, dema yek ji te bipirse ka tu dê îşev li malê bî an ne, dibê bihêt gotin belê an erê. Lê ko ji te bihêt xwastin li malê bî û tu bixwazî bipejirînî anko qebûl bikî, dibê bibêjî lebê. Herwekî Michaelê Kek jî got, carina jibo daxwaza dubarekirina gotina nebihîstî jî lebê dihêt gotin. Wekî dî, awayekê nerimî û ber-emrî û toreyê ye jî ko di bersiva yekê ji xwe mezintir da bihêt gotin lebê. Anko tu çi bibêjî amade me. — (Lezgîn Çalî di koma Zimanê Kurdî de li ser Facebookê, 7/2011)
  • Gotina Lebê, gotinek gelekî bi edeb e û veryanta gotina dîsa bêje, an jî ez hazir im, gotinek di hebûna mezinan de tê gotin. lê dibe ku eslê wê erebî be û têkilya wê bi Lebeyke re hebe ji ber ku ew jî eynî wateyê dide. lê gotina Lebe an jî Libê di chîrokên padîshah û sultan û mîran de gelekî dihat gotin.û wateya wê yanî emir bike, an jî yanî dîsa bêje, an jî yanî ez hazir im. yan jî kerem ke bêje. — (Kawa Şêxê di koma Zimanê Kurdî de li ser Facebookê, 7/2011)

Etîmolojî[biguhêre]

Ji erebî لَبَّيْكَ(labbayka) ("bi emrê te", "di xizmeta te de me") - duayeke bernas ya Qur'anê ye.

[biguhêre]

Werger[biguhêre]