Here naverokê

bersiv

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]

bersiv m

  1. cewab, welam, îfade, berdêla pirsekê, cab, agahiya hatiye xwestin
    Bersiva pirsa min bide.Wê agahiyê bide ya ku ji te dipirsim.
    • 1995, tercimekirina Fawaz Husên, Mîrzayê Biçûk, Stockholm: Weşanên Nûdem, tercimeya Le Petit Prince ji hêla Antoine de Saint-Exupéry ve, →ISBN:
      Hûn ê belkî ji xwe bipirsin: çima di vê pirtûkê de nigarine din wilo xweşik û dilbir wek nigara darên baobabê tune ne?" Bersiv hêsan e: min xwest lê ez çi bikim bi destê min derneket.
  2. çare, hel
    Bersivek bo vê pirsgirêkê divê.
  3. bertek, reaksiyon
    Bersiva kurdan çi ye dijî şewitandina gundan ji alî hikûmetê ve?
  4. rakirina telefonê
    Min deh car telefona wî lê daye lê bersivê nade.
  5. hevberî, berdêl, bedel
    Rizgarbûna Kurdistanê tek bersiv e dijî polîtîkayên asîmîlasyonê.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina bersiv
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bersiv bersiv
Îzafe bersiva bersivên
Çemandî bersivê bersivan
Nîşandera çem. bersivê wan bersivan
Bangkirin bersivê bersivino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bersivek bersivin
Îzafe bersiveke bersivine
Çemandî bersivekê bersivinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji proto-îranî *paricáHwah.

Werger

[biguhêre]
Ev beşa Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya answer a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.