aborî

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî aborî aborî
Îzafe aboriya aboriyên
Çemandî aboriyê aboriyan
Nîşandera çemandî aboriyê wan aboriyan
Bangkirin aboriyê aboriyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî aboriyek aboriyin
Îzafe aboriyeke aboriyine
Çemandî aboriyekê aboriyinan
Pare di aboriyê de giring in.

aborî

  1. Ekonomî, iqtisad, karûbarên kirîn û firotinê yên tevahiya civakekê,
    karûbarên bazirganî û ticaretê yên hemî welatî.
    Aboriya wî welatî gelek pêş ketiye.
  2. Hêza kesekî ya pê bikare tiştan bikirre.
    • Ji ber ko rewşa mala Sîdar ya aborî ne baş bû; wî him di daîreyeke dewletê de kar dikir û him jî unîversîteya xwe dixwend." — (Bûbê EserGardiyan, Weşanxaneya Nefel2002)
  3. Bikaranîna saman û sermiyanî bi awayekî wisa ku zêde xerc nebe lê dîsa jî mifayek baş jê bêt wergirtin.
  4. aborînasî, zanista aboriyê

Herwiha[biguhêre]

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreha soranî ئابۆری(aborî), ji zimanên samî, bo nimûne ji aramî ܥܒܘܪܐ‎ (ibûra / ivûra: berhem, ber, dexlûdan, xurak, xwarin, aborî, deramet) [1], hevreha akadî 𒂘 (ebūru [BURU14]: xerman)[2], îbrî עבור (abor: ji ber, bermayî, berhem), têkilî erebî عبر‎ ('ebere: borîn, derbas bûn). Ji eynî rehî belkî herwiha: borîn / buhirîn û borandin / buhirandin yên kurdî.

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Rengdêr[biguhêre]

Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
aborî aborîtir herî aborî
aborîtirîn

aborî

  1. iqtisadî, ekonomîk, ekonomîkî, têkildarî aboriyê:
    pirsên aborî, mijarên aborî, biryarên aborî
  2. Erzan, ne giran, ne bihadar.
    Min bilêtek aborî ya trênê kirrî.

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Soranî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

aborî

  1. aborî, ekonomî, îqtîsad.

Zazakî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

aborî

  1. aborî, ekonomî, îqtîsad[1].

Çavkanî[biguhêre]