stûn

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî stûn stûn
Îzafe stûna stûnên
Çemandî stûnê stûnan
Nîşandera çemandî stûnê wan stûnan
Bangkirin stûnê stûnino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî stûnek stûnin
Îzafe stûneke stûnine
Çemandî stûnekê stûninan
çend stûn (1)

stûn

  1. kolek, gulte, qemerî,
    kevirên yan darên qayim yên navbera banê xanî û binê xanî daku ban nekeve
    Divêt em gelek stûnan danin da ku ban nekeve.
    Berê çaxa ku golikê me çêdibûn, me histûna va girê dida, me binê wan ziha dikir, em pê ra şa dibûn, me nav lê dikirin. (Ji devê pîreke Zêtkayî)
  2. her tişta/ê ku tiştek xwe li ser radigire
    Dayik stûna malê ye.
    Berê bûkeke jêhatî bixastana, digotin yeke wisa ye, stûna mala xirabe ye.
  3. bingeh, esas
    Her pênc stûnên îslamê ev in: şehde, rojî, nivêj, hec û zikat.
    Rojî girtin yek ji pênc stûnên îslamê ye.
  4. kuncik, kolon,
    di kovarê yan rojnameyê de cihê bo nivîskarekê/î yan mijarekê hatiye veqetandin û di her hejmarê de ew nivîskar û yan mijar cî digire
    Di hinek govaran de cihekî taybet bo stûnan nîne.

Ji wêjeya klasîk[biguhêre]

Gotinên pêşiyan[biguhêre]

  • Malên mêrîn bi stûnên zêrîn
  • Bilindê dara rêla, kinikê stûna stêra, navinciyê Xwedê vê ra
  • Tek bi tek stûnê, yek çû yek kete şûnê

Herwiha[biguhêre]

Bi alfabeyên din[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreha soranî ستوون(stûn) û ئه‌ستوون(estûn), kurdiya başûrî stün, sün, lekî stün, zazakî estûn, farisî ستون(sutûn), tacikî сутун (sutûn), pehlewî û partî 𐭮𐭲𐭥𐭭𐭩 / 𐫙𐫘𐫤𐫇𐫗‎ (stûn, istûn), peştûyî ستن‎(stën), ستنه‎(stëna), hexamenişî 𐎿𐎬𐎢𐎴𐎠 (stūnā), avestayî 𐬯𐬙𐬏𐬥𐬀‎ (stūna), sanskrîtî स्थूणा (sthûna-)... hemû ji proto-hindûîranî *stʰuHnáH ji proto-hindûewropî *sth₂-uh₂-néh ji *sth₂-wéh₂ (rep, req, rawestî, sekinî) ji *steh₂- (rawestîn, sekinîn).

Heman peyva proto-hindûewropî herwiha serekaniya rawe-STÎ-n û rawe-STA-ndin yên kurdî û bi heman maneyê ya ایستادن(istaden) ya farisî, तिष्ठति (tíṣṭhati) ya sanskrîtî, stoti ya lîtwanî, стать (stat') ya rusî, stāre ya latînî (> état = rewş û être = bûn yên fransî), stand ya îngilîzî, stehen ya almanî, stå ya danmarkî, norwecî û swêdî û ստանամ (stanam: ava kirin) ya ermeniya kevn e...

Heman peyv herwiha serekaniya -stan, we-STA-ndin yên kurdî ye.

Herwiha bidin ber hevwateyên wan yên di zimanên ne-hindûîranî de, bo nimûne lîtwanî stul̃bas, latviyayî stulbs, rusî столб (stolb), danmarkî/norwecî/swêdî stolp... ku texmînen ne hevrehên stûnê ne lê ji rehekî din yê proto-hindûewropî ne: *stl̥b-.

Peyva îranî herwiha ketiye hinek gelek zimanên Rojhilata Navîn û Başûrê Asyayê: osmanî ستون(sütun), tirkî sütun, tirkmen(istan)î sütün, ûrdûyî ستون‎(sutūn, sitūn)...

Çavkanî:
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press.
  • Mackenzie, D. N. (1971), A Concise Pahlavi Dictionary, London, New York, Toronto: Oxford University Press.
  • Nişanyan, Sevan: Çağdaş Türkçenin Etimolojisi [Etîmolojiya Tirkiya Niha] (bi tirkî)
  • Pokorny, JuliusFerhenga etîmolojî ya hindûewropî ["Indogermanisches etymologisches Wörterbuch (bi almanî)"], Bern, 1959
  • Tsabolov, R. L.Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010

Bide ber[biguhêre]

Qafiye[biguhêre]

Bi zaravayên din[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.