Here naverokê

gupik

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
gupika çiyayekî

gupik m

  1. lûtke, bilindtirîn beşa derekê yan tiştekî (bi taybetî çiyayekî)
    Bazî hêlîna xwe li gupika darê ava kiriye.
    Em hewa ketin gupika çiyayî û me li geliyê li pişt wî nerî.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina gupik
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gupik gupik
Îzafe gupika gupikên
Çemandî gupikê gupikan
Nîşandera çem. gupikê wan gupikan
Bangkirin gupikê gupikino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gupikek gupikin
Îzafe gupikeke gupikine
Çemandî gupikekê gupikinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji aramî גבה (g-b-h-, bilindahî) + kurdî -ik, hevreha îbranî גבה (g-b-h-: bilindahî), erebî جبهة (cebhe: 1. enî 2. cepe) > kurdî cepe. Di erebî de "g" nîne loma li hemberî "g" ya aramî û îbrî di erebî de "c" ye. Balkêş e ku "b" hem di "gupik"a ji aramî û hem jî di "cepe, cephe" ya ji erebî di kurdî de bûye "p".

Bide ber

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]

gupik cins hewce ye (c=m: mê, c=n: nêr, c=mn: mê û nêr, c=nt: nêtar)

  1. bilindahîya girtika giya û daran, nêrek