Here naverokê

şax

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /ˈʃɑːx/, شاخ
  • Kîtekirin: şax
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
[biguhêre]
Du bizinên bişax (1)

şax n

  1. qoç, strû, qiloç, stûre, strih, hestiyên di serê hin heywanan re derdikevin
    • ~ 1640, Melayê Cizîrî, Dîwan:
      Bi wê nihalê bi deraxûş û bidê canê şirîn
      Şaxê 'umrê bixwe ber jê we ji Qeyser meke behs
      Ayeta husnê mufessel ke ji keşşafê cemal
    • 2010, Mele Mehmûdê Bazîdî, Cami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî, çapa 1ê, Stembol: Lîs, →ISBN, rûpel 77:
      Ga ji hewla canê xwe şaxekî li Siyahmed didetin û Siyahmed ji wê nizarê gêr dibitin. Li jêrê li binê nizarê darekî diriyê hişk serê tîj hebûye, rast ji jorve bi sing devarûyê Siyahmed dikeve ser wî darê tîj, serê darê rastê kevçikadilê têtin û ji piştê biderkeve, filhal ruh teslîm diketin.
  2. çeq, çiqil, gulî, ta
  3. parçe, beş
  4. (sormancî) çiya, gir

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina şax
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şax şax
Îzafe şaxê şaxên
Çemandî şaxî şaxan
Nîşandera çem. şaxî wan şaxan
Bangkirin şaxo şaxino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şaxek şaxin
Îzafe şaxekî şaxine
Çemandî şaxekî şaxinan

Hevmane

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *ḱak- (çeq), hevreha çeq û sîx yên kurmancî, شاخ (şax) ya farisî, शाखा (saxa) ya sanskrîtî), ermeniya kevn ցախ(tsax), lîtwanî šaka, îriya kevn géc, slaviya kevn ya rojhilatî соха (soxa: gilç, doqişk, darik)

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya horn a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Anagram

[biguhêre]
[biguhêre]

şax (pirjimar şaxان (şaxan))

  1. (erdnîgarî) çiya