yasa
Kurdî[biguhêre]
Bilêvkirin[biguhêre]
[biguhêre]
Zayenda mê ya binavkirî | ||||
---|---|---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar | ||
Navkî | yasa | yasa | ||
Îzafe | yasaya | yasayên | ||
Çemandî | yasayê | yasayan | ||
Nîşandera çemandî | wê yasayê | wan yasayan | ||
Bangkirin | yasayê | yasayino | ||
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar | ||
Navkî | yasayek | yasayin | ||
Îzafe | yasayeke | yasayine | ||
Çemandî | yasayekê | yasayinan |
yasa mê
- rêgezek yan biryarek yan fermanek giştî ya dewletê
(bi taybetî ya ji alî perlemanekê ve hatiye dan) - Hemû biryarên giştî yên dewletê yên ku divê ti kes li dijî wan dernekeve.
Bi alfabeyên din[biguhêre]
Hevmane[biguhêre]
Bide ber[biguhêre]
Têbînî[biguhêre]
"Yasa" rêya tirkî "yasa" ji mongolî "yasag" e. Heman peyv serekaniya "yasak" (qedexe, mennû') ya tirkî ye (> kurdî "yasax"). Lê herwiha dayika peyva kurdî "asa" (norm, rêbaz, rêgez) e > asayî (normal) > asayîş (ewlehî, emniyet). Hin nimûneyên din jî yên kurdî ku ji tirkî hatine deynkirin û tê de herfa "y" ji destpêkê ketiye ev in: "ol" (ji "yol=rê"), aprax / îprex (ji tirkî yaprak "belg, belçim"), "erpîze" (ji "yelpaze), û hêwaş (di soranî de bi maneya "hêdî, hêdîka" ji "yavaş" ya tirkî). Hin ji van peyvan ne ji tirkiya niha ya standard lê belkî ji ziman û devokên din yên tirkîkî hatibin deynkirin.
Kurdan "qanûn" ji erebî wergirtiye lê ereban bi xwe jî ew ji yûnanî "κανών" (kanón) deyn kiriye. Yûnanan ew ji peyva "κάννα" (kanna: rûl, ç...îx, qamîş) çêkiriye. Lê wan jî peyva "κάννα" îcar ji akadî "𒄀 (qanû) deyn kiriye. Jixwe akadî jî ew ji sûmerî 𒄀𒈾 (gi.na) deyn kiriye... û dîroka peyvê belkî hê jî dûrtir diçe.
"Zagon" ji "закон" (zakon) ya rusî ye û ihtimal e ku bi rêya kurdên Sovyeta berê ketiye kurdî.
Herçi peyva "distûr" e, ew li Iraqê ne tenê di kurdî lê herwiha di erebî de jî bi maneya "qanûna bingehîn" (ing: constitution, tirkî: anayasa) tê bikaranîn. Lê ereban ew ji farisî yan kurdî deyn kiriye. Lê di kurdî de "destûr" bi giştî bi maneya "izin, ruxset, îcazet, rêdan" tê bikaranîn.
Peyva "qanûn" bo bikaranînê ji peyvên din baştir e ji ber ku hemû kurd li hemû parçeyên Kurdistanê wê fehm dikin.
Jê[biguhêre]
- (Lêker) bi yasayê kirin
- (Lêker) dijî yasayê kirin
- (Lêker) yasa danîn
- (Lêker) yasa îmza kirin
- (Lêker) yasa pesind kirin
- (Lêker) yasa rakirin
- (Lêker) yasadan
- bêyasa
- bêyasayî
- biyasa
- biyasayî
- dijyasa
- dijyasayî
- yasadaner
- yasadanerî
- yasadar
- yasadarî
- yasader
- yasaderî
- yasagêrr
- yasagêrrî
- yasayî
- yasayîtî
- yasanas
- yasanasî
- yasavan
- yasavanî
- yasazan
- yasazanî
Etîmolojî[biguhêre]
Deyn ji tirkî yasa, ji mongolî [skrîpt hewce ye] (yasag), hevreha asa û yasax.
Werger[biguhêre]
- bulgarî: закон
- Çekî: zákon → cs
- Danmarkî: lov → da
- Almanî: Gesetz → de n
- Erebî: قانون → ar
- Esperantoyî: leĝo → eo
- Farisî: قانون → fa
- Fînî: laki → fi, säädös → fi
- Fransî: loi → fr
- Holendî: wet → nl
- Mecarî: törvény → hu
- Îbranî: חוק → he
- Inglîzî: act → en, dad → en, statute → en, law → en, norm → en, rule → en, nom- → en
- Îtalî: legge → it
- îzlendî: lög
- Norwecî: lov → no
- Portugalî: lei → pt
- Rusî: закон → ru (zakon)
- serboxirwatî: zakon
- Spanî: ley → es
- Swêdî: lag → sv
- Tirkî: kanun → tr, yasa → tr, kural → tr
- Tirkmenî: wesяet → tk, kanun → tk
Tirkî[biguhêre]
[biguhêre]
yasa