Here naverokê

heq

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /ˈħɛq/, /ˈhɛq/, حەق، هەق
  • Deng (Bidlîs): guhdar bikeⓘ(file)
  • Kîtekirin: heq
[biguhêre]
Terazû sembola navneteweyî ya heqî û wekheviyê ye.

heq n

  1. (hiqûq) Tişta/ê qanûnên dewletekê yan jî rêbazên navneteweyî rê didin ku bêt kirin.
    Hevmane: maf
    • 2013 çiriya paşîn 12, Mûrad Ciwan, “Ev çi Kurdistan e çi Demokrasî Ye?”, li ser muradciwan.com‎[1]:
      […] li vî welatî qanûn, heq û hiqûq ne serwer e, xwiya ye ev welat hîn nebûye cimhûriyeta mûzan jî?
  2. (ekonomî, pere) Pareyê kesekê/î maf heye wergire ji ber ku xizmetek ji kesekê/î re kiriye.
    Hevmane: nirx, biha, qîmet, giranî, destheq, miz, mize, meaş

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • ~ 1640, Melayê Cizîrî, Dîwan:
    Qelemê me bi du sê qetrey'ê zuhha dê çi kit
    Dê ji heq cazibeyek dil bigirit wer ne Mela
    Ji ezel ger tu hidayet nebit irşad-i çi kit

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina heq
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî heq heq
Îzafe heqê heqên
Çemandî heqî heqan
Nîşandera çem. wî heqî wan heqan
Bangkirin heqo heqino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî heqek heqin
Îzafe heqekî heqine
Çemandî heqekî heqinan

Notên bikaranînê

[biguhêre]

Agadarî Ji ber ku bi berfirehî tê zanîn ku "heq" ji erebî ye, gelek kes di kurdiya nivîskî de peyva "maf" tercîh dikin. Lê "maf" jî ji erebî ye, binêre maf.

Bi kurdî dikare hem bi H-ya normal û hem jî bi ḧ ya wek "heft, Hesen" bê gotin ji ber ku ḧ bi gelemperî di kurmancî de alofon e, ne fonem e: hemû/ḧemû, hirç/ḧirç, hezar/ḧezar lê tenê "ḧeft, ḧenek".

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

    Deyn ji erebî حَقّ (ḥaqq). Hevreha îbranî חוק (ḧoq), siryaniya klasîk ܚܘܩܐ (ḥuqqā) û etiyopiya klasîk ሕግ (ḥəgg). Heman peyv wek حەق (ḧeq) ketiye soranî, wek حق (heq) farisî, wek hak tirkî û ketiye piraniya zimanên din jî yên misilmanan.

    Werger

    [biguhêre]
    Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya right a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
    Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya fee a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

    Rengdêr

    [biguhêre]

    heq

    1. Kesa/ê maf anku heq heye.
      Hevmane: mafdar
      Hûn heq in giliyan li kêmasiyên me bikin.
    2. rast, dirist

    Werger

    [biguhêre]