heft

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Hejmar[biguhêre]

heft

heft

  1. hejmar 7 (VII, ۷)
    • Sê ne s̤elas̤; erbeʿe çar in, ʿeyan
      Xemse u sittet çi ne? ew pênc u şeş
      Ḥeft in u heşt in ev in sebʿe s̤eman
       — (Ehmedê XanîNûbihara Biçûkan1683)
    • Lew lêre he asitannişîn im
      Ev qeṣre ko heşt ṭebeq ʿeyan in
      Yek ya min he ḥeft ṭebeq di wan in
       — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)
    • Hin silsilebend u hin di seyyar
      Encumṣifet encum in firûzan
      Heft şev di temam u heft-i rûzan
       — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)
    • Ṣed wekî şahê Xurasanê di ferwarê te bî
      Gerçi der iqlîmê rabiʿ hate textê selṭenet
      Padişahê heft-i iqlîman selamkarê te bî
       — (Melayê CizîrîDîwana Melayê Cizirî~1640)
    • Mîm û Hey heftê felek çûn,
      Ji Hicretê dewran gelek çûn,
      Sal hizar û çil û yek çûn,
      Ev xezel anî diyare.
       — (Feqiyê Teyran, )
    • Di çîrokan de ev gotina wiha cihê xwe digire: Heft bira, heft tebeqe binê erdê, heft sal, heft roj, hûtê heft serî, heft şev û heft roj û hwd. — (Mehmet BozkoyunBeşek Ji Folklora Kurdî: Çîrok [arşîv], Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi, 2015)

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Binêre herwiha[biguhêre]

Hejmarên sade yên kurmancî

Pîrepend[biguhêre]

  • heft in, bikefteleft in

[biguhêre]

Bi zaravayên kurdî[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *septḿ̥ (heft). Hevreha soranî حەوت(ħewt), kurdiya başûrî û lekî heft, goranî/hewramî hewt, zazakî hewt, hot, farisî هفت(heft), tacikî ҳафт (heft), belûçî ہپت(hept), pehlewî 𐫍𐫛𐫤‎(hpt‎) (h'pt), 𐫍𐫜𐫤‎ (h'ft), osetî авд (avd), sogdî 𐼰𐼱𐽂𐼳‎ (ʾβth) û 𐼰𐼱𐽂𐼰‎ (ʾβtʾ), avestayî  (hapta, /hepte/)... yûnaniya kevn ἑπτά (hêpta), yûnaniya niha επτά (eptá) û εφτά (eftá)... ermeniya kevn եաւթն (êawtʿn), ermeniya niha յոթ (yotʿ)... sanskrîtî सप्तन् (septan)... lîtwanî septyni, latviyayî septiņi... latînî septem, fransî sept, îtalî sette, portgalî sete, spanî siete... gotî 𐍃𐌹𐌱𐌿𐌽 (sibun), inglîzî seven, almanî sieben, danmarkî syv, swêdî sju...

S-ya proto-hindûewropî di zimanên îranî de dibe H. Binêre bo nimûne: havîn, hev, hemû.

Peyva hindûewropî dişibe hevwateya xwe zimanên samî jî: erebî سبعة(seb'e), maltayî sebgħa, aramî שבעא (şeb'a), siryanî ܫܒܥܐ (şeb'a), îbrî שבע (şeva) lê nêzîkiya wan ihtimalen tenê tesedifî ye.

Çavkanî:
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press.
  • Horn, Paul. (1893): Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingehê etîmolojiya farisî] (bi almanî). Strassburg
  • Kümmel, Martin Joachim (2016): Einführung ins Ostmitteliranische [Nasandina îraniya rojhilatî-navendî] (bi almanî), Jena: Friedrich-Schiller-Universität Jena.
  • Novák, Ľubomír (2013) Problem of Archaism and Innovation in the Eastern Iranian Languages (PhD dissertation)‎[[1]], Prague: Univerzita Karlova v Praze, filozofická fakulta.
  • Pokorny, JuliusFerhenga etîmolojî ya hindûewropî ["Indogermanisches etymologisches Wörterbuch (bi almanî)"], Bern, 1959
  • The Tower of Babel - An Etymological Database Project [Birca Babilê - Projeyeke Danegeha Etîmolojî] (bi îngilîzî û rusî): http://starling.rinet.ru/
  • Tsabolov, R. L.Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010
  • Watkins, CalvertThe American Heritage Dictionary of Indo-European Roots [arşîv], Houghton Mifflin Co., 2007, çapa 2em

Werger[biguhêre]

Nîşan[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî heft heft
Îzafe hefta heftên
Çemandî heftê heftan
Nîşandera çemandî heftê wan heftan
Bangkirin heftê heftino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî heftek heftin
Îzafe hefteke heftine
Çemandî heftekê heftinan

heft

  1. behî, tazî
    • Li pey merasima goristanê îca ya li malê dest pê dikir. Li Cizîrê berê û pêş de cihê serxweşiyê (tazîye) mizgeft e. Ji ber ko mala yê mirî mêhvanên zêde raneke, yan jî daku kesên têne serxweşiyê bi awakî rehet karibin nimêja xwe bikin û we’iz bête dayîn çanda mizgeftê rûniştiye. Li navenda Cizîrê navekî din yê cihê serxweşiyê heye, ew jî hefte. “Me hefta xwe danî filan mizgeftê”, “ez ê herim filan mizgeftê, li wêdê heft jî heye” filan. — (Abdulkadir Bingöl, Li Cizîra Botan mirin û dêlindêza mirinê [arşîv], Nefel.com12/2010)

Etîmolojî[biguhêre]

Ihtimalen ji navê hejmara heft, 7 anku taziya heft rojan.

Werger[biguhêre]

Îngilîzî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

heft

  1. giranî, sengînî, qursî
  2. kêş, wezn