Here naverokê

pêncî

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /peːnˈd͡ʒiː/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bikeⓘ(file)
  • Kîtekirin: pên·cî

Hejmar

[biguhêre]

pêncî

  1. jimare 50, L
    • ~ 1620, Feqiyê Teyran, Dîwan:
      Ew taetê te bêhisab
      Pêncî hecc û pêncî sewab
      Mefroş bi vê beya xerab
    • 1683, Ehmedê Xanî, Nûbihara Biçûkan:
      Wî ʿEbdullah-e walid; Amîne walid-e bizan
      Ji dunyayê ku çûyî ʿumur bû şêst-u-sê sal
      Ji şêstan pêncî-u-sê borîn di Mekkehê da
    • ~ 1692, Ehmedê Xanî, Mem û Zîn:
      Wamiq te kusa gihande ʿEzra
      Şêxê weko pênce ḥec bijarî
      Dîn kir te ji bo keça kufarî

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

hevreha soranî په‌نجا (penca), zazakî pancas, farisî پنجاه (panjāh), farisiya navîn pençah, avestayî 𐬞𐬀𐬧𐬗𐬁𐬯𐬀𐬙 (paṇcāsat), sanskrîtî पञ्चाशत् (pañcāśat), yûnanî πεντήκοντα (pentíkonta)‎... hemû ji proto-hindûewropî *pénkʷedḱomt (pêncî, 50) ji *pénkʷe (pênc) +‎ *déḱm̥ (deh).

Herwiha binêre

[biguhêre]
Hejmarên sade yên kurmancî

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]

pêncî n

  1. Hejmara 50.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina pêncî
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pêncî pêncî
Îzafe pênciyê pênciyên
Çemandî pêncî pênciyan
Nîşandera çem. wî pêncî wan pênciyan
Bangkirin pênciyo pênciyino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pênciyek pênciyin
Îzafe pênciyekî pênciyine
Çemandî pênciyekî pênciyinan

Werger

[biguhêre]

Anagram

[biguhêre]