Here naverokê

gûz

Peyva heftêyê 21/2011
Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Komeke libên gûzan (2).
Dareke gûzê (1).
Gotareke li ser gûz di Wîkîpediya kurmancî de heye.

gûz m

  1. (dar) Dareke temendirêj û bihagiran e.
    Hevmane: dargûz
    • 1995, Xurșîd Mîrzengî, Sînor, Stockholm: Nûbihar, →ISBN:
      Hefteyekê berê Xusroyê Perîxanê, dara xwe ya gûzê firotibû bazirganekî Diyarbekirî û wî jî dara gûzê birrîbû, qet kiribû û kișandibû kêleka baxçeyan.
  2. (fêkî) Berhemê wê darê ku dema kojik bin kesk in lê dema gihiştî bin zer yan gewr in û qalikên wan req in û nayên xwarin lê kakilên wan xweş xwerbar in.
    • 2019 çiriya pêşîn 6, Nayif Remezan, “Berhema gûzan li Akrê îsal du qat zêde dibe”, li ser rudaw.net‎[1]:
      Cotkar dibêjin, îsal bi sedema zêdebûna rêjeya barîna baranê, berhemê gûzê li Akrê zêde bûye.
    • 2011, Cîhan Roj, Meşa Morîyan, İstanbul: Evrensel Basım Yayın, rûpel 21:
      Xanim erd vekola. Çaleke piçûk çêkir. Bi qasî deh metreyan ji çalê bi dûr ket. Du gûz ji bêrîka xwe derxist. Yek ê da Mîralî a din ji bo xwe hişt. Awayê lîstikê jê re vegot:
      – Di piçûkatiya me de, di rojên îdan de, xortan ev lîstik dilîst. Ger ez karibim gûza xwe biavêjim çalê û gûz di çalê de bi cî bibe, ez ê bi ser bikevim. Ez ê gûza te ji te bistînim. Her wiha ji bo te jî heman şert heye.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina gûz
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gûz gûz
Îzafe gûza gûzên
Çemandî gûzê gûzan
Nîşandera çem. wê gûzê wan gûzan
Bangkirin gûzê gûzino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gûzek gûzin
Îzafe gûzeke gûzine
Çemandî gûzekê gûzinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]
[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha soranî گوێز (gwêz), zazakî goze, hewramî wezî, farisî گوز (gûz), pehlewî 𐭢𐭥𐭦‎ (goz), mazenderanî اغوز‎ (eğoz), osetî ӕнгу́з (ængúz) û ӕнгозӕ (ængozæ), ihtimalen herwiha hevreha avestayî 𐬔𐬎𐬰𐬀𐬉𐬙𐬀‎ (guzaēta, “veşartin, niximandin, nixamtin - ji ber kakila wê ya di qalikê de parastî”), pertî nigewz- (veşartin, niximandin), hexamenişî 𐎠𐎱𐎥𐎢𐎭𐎹 (/epegewdeye/) sanskrîtî गूहति (gūhati) (gū́hati: veşartin, niximandin)... hemû ji proto-îranî *gʰawȷ́ʰ- (veşartin) belkî ji proto-hindûewropî *geug- (veşartin). Hevrehên ne-hindûîranî di zimanên din yên hindûewropî ne misoger in lê carinan gūžti (veşartin) ya lîtwanî wek yek ji nimûneyên wisa tê hesibandin.

Peyva "gûz" ji zimanên îranî ketiye piraniya zimanên Rojhilata Navîn û Kafkasyayê: aramî/siryanî ܓܘܙܐ / גוזא (gewza), îbranî אגוז (ĕğôz), azerî qoz, ermeniya navîn ղոյզ (ğoyz) û ermeniya niha ընկույզ (ənkuyz), gurcî ნიგოზი (nigozi), erebî جوز (cewz), tirkî ceviz (bi rêya erebî)...

Çavkanî:
  • Cabolov, R. L. (2001–2010), Etimologičeskij slovarʹ kurdskovo jazyka [Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî] (bi rusî), Moskova: Russian Academy Press Vostochnaya Literatura, rûpelên 409–410
  • Cheung, Johnny (2007), Etymological Dictionary of the Iranian Verb [Ferhenga Etîmolojiyê ya Fiîlên Îranî] (Leiden Indo-European Etymological Dictionary Series [Leiden Seriya Ferhengên Etîmolojiya Hindûewropî]; 2) (bi îngilîzî), Leiden, Boston: Brill, →ISBN, rûpel 117
  • Chyet, Michael L. (2003), “gûz”, li ser Kurdish–English Dictionary Ferhenga Kurmancî - Inglîzî‎[2], with selected etymologies by Martin Schwartz [li gel etîmolojiyên bijarte ji hêla Martin Schwartz ve], New Haven û London: Yale University Press, rûpel 230

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya walnut a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya walnut a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

(fêkî)