Here naverokê

parêzgeh

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]

parêzgeh m

  1. Yek yan çend bajar û gundên dorberî wî / wan yên ku bi hev re tên birêvebirin.
    Hevmane: wîlayet, eyalet, mihafize, ustan
    50 parêzgeh li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hene.
    Iraq ji 18 parêzgehan pêk hatiye.
  2. Cihê tişt yan kes lê tên parastin.
    Hevmane: stargeh, penageh, stare

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina parêzgeh
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî parêzgeh parêzgeh
Îzafe parêzgeha parêzgehên
Çemandî parêzgehê parêzgehan
Nîşandera çem. wê parêzgehê wan parêzgehan
Bangkirin parêzgehê parêzgehino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî parêzgehek parêzgehin
Îzafe parêzgeheke parêzgehine
Çemandî parêzgehekê parêzgehinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Têkildar

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Wergerandina yekser ji erebî مُحَافَظَة (muḥāfaẓa). Wekheva parêz (“parastin”) +‎ -geh.

Bide ber

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya province a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.