Here naverokê

parêz

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /pɑːˈɾeːz/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bikeⓘ(file)
  • Kîtekirin: pa·rêz
[biguhêre]

parêz m

  1. Nexwarina tiştên nesaxlem daku qelew yan nesax nebe.
    Hevmane: diyet, rejîm
    Mirov dikare parêza xwe zeîf bike.
    Ez dixwazim parêzê bigirim lê dîsan jî dilê min diçe tiştên şîrîn û dondar.
  2. Rojiyên fileyan (ku dema wan nabe goşt û rûn bêt xwarin).

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina parêz
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî parêz parêz
Îzafe parêza parêzên
Çemandî parêzê parêzan
Nîşandera çem. wê parêzê wan parêzan
Bangkirin parêzê parêzino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî parêzek parêzin
Îzafe parêzeke parêzine
Çemandî parêzekê parêzinan

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji zimanên îranî *pati-raič-a. Bide ber farisî پرهیز (parhēz / parhiz) û farisiya navîn [skrîpt hewce ye] (pʾhlyc /⁠pahrēz⁠/).

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]

parêz n

  1. Zeviya sebzeyan / serzewatan.
    Hevmane: bûstan
  2. baxçe, gulistan

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina parêz
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî parêz parêz
Îzafe parêzê parêzên
Çemandî parêzî parêzan
Nîşandera çem. wî parêzî wan parêzan
Bangkirin parêzo parêzino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî parêzek parêzin
Îzafe parêzekî parêzine
Çemandî parêzekî parêzinan

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji zimanên îranî, hevreha pehlewî [skrîpt hewce ye] (pere-deêze), avestayî 𐬞𐬀𐬌𐬭𐬌𐬸𐬛𐬀𐬉𐬰𐬀 (peyri-deêze-) ji 𐬞𐬀𐬌𐬭𐬌 (peyri-, “ber, wek "li ber"”) + 𐬛𐬀𐬉𐬰𐬀 (deêze-, “dîwar”) ji proto-hindûewropî *dheigʷ- (“danîn, bi cih kirin, ava kirin”). Heman peyv ji zimanên îranî wek παράδεισος (parádeisos) ketiye yûnaniya kevn û jê li Ewropayê belav bûye: îngilîzî paradise, fransî paradis, almanî Paradies, îtalî paradiso, portugalî û spanî paraíso... Herwiha wek فردوس (firdews) di erebî û wek պարտեզ (partez, “baxçe”) di ermenî de jî cih girtiye.

Bide ber

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]