Here naverokê

dîwar

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /diːˈwɑːɾ/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bikeⓘ(file)
  • Kîtekirin: dî·war
[biguhêre]
dîwarek ji der ve

dîwar n

  1. Taq, rexên xanî, aliyên odeyê; yên ku bi gelemperî pace anku pencere lê ne; rexê serî û yê binî ne tê de.
    • 2012, Leylan Îsmeîl, Bêrîvan û Hîvî (Çîrokêt Zarokan), Dihok: Çapxana Xanî, rûpel 29:
      شێرزادی کرە غار بەرەڤ پشیکێ چۆ و پشیکێ کرە غار ژ جھەکی بۆ جھەکی ھەتا چوویە ل پشت دیوارەکی...
      Şêrzadî kire ẍar berev pişîkê ço û pişîkê kire ẍar ji cihekî bo cihekî heta çûye li pişt dîwarekî...
  2. kele, kelhe, asar, asêgeh, qele

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • ~ 1640, Melayê Cizîrî, Dîwan:
    Tu hudûsê we mebîn qenc-i nezer dê carekê
    Li esasê qidemê daniye dîwarê hudûs

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina dîwar
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dîwar dîwar
Îzafe dîwarê dîwarên
Çemandî dîwarî dîwaran
Nîşandera çem. wî dîwarî wan dîwaran
Bangkirin dîwaro dîwarino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dîwarek dîwarin
Îzafe dîwarekî dîwarine
Çemandî dîwarekî dîwarinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Têkildar

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha دیوار (dîwar) ya soranî, دیوال (dîwal) ya belûçî, دیوار (dîvar) ya farisî, [skrîpt hewce ye] (dîvar) ya pehlewî, diẍe-vare- ji diẍe- (libin) + vare- (-war) ji proto-hindûewropî द्वार (dvā́ra) ya sanskrîtî, дворъ (dvoru) ya slavoniya kevn, dvãras ya lîtwanî û forum ta latînî, hemû ji proto-hindûewropî *dʰeigʰ- (sitirandin - hevîr û gêç û tiştên wisa)

Bide ber

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]

Anagram

[biguhêre]