Here naverokê

pencere

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Pencereyek û perdeyên wê.

pencere m

  1. Kunên anku qulên li dîwaran daku ronahî tê re were hindir anku jûr (bi piranî camkirî ne û cama wan dikare were girtin û vekirin).
    Hevmane: pace, pac, şibak
    • 2002, Mehmed Uzun, Bîra qederê, Weşanên Nefel:
      Li rûyê pêşîn ê qata jorîn pencereyeke dirêj û fireh heye
    • 1994, Hesenê Metê, Labîrenta Cinan, Weşanên Welat:
      […] lê masên zarokên her dersxaneyekê cuda cuda ne, bi gotineke din her maseyek dersxaneyek e, dersxanên bê derî û bê pencere […]
    • 1986, Firat Cewerî, Girtî, Weşanên Nûdem:
      […] bi alîkariya polîsê Wanî, Bozan û Misto di pencereya daşirê de xwe avêtin jêr […]

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina pencere
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pencere pencere
Îzafe pencereya
pencera
pencereyên
pencerên
Çemandî pencereyê
pencerê
pencereyan
penceran
Nîşandera çem. wê pencereyê
wê pencerê
wan pencereyan
wan penceran
Bangkirin pencereyê
pencerê
pencereyino
pencerino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pencereyek
pencerek
pencereyin
pencerin
Îzafe pencereyeke
pencereke
pencereyine
pencerine
Çemandî pencereyekê
pencerekê
pencereyinan
pencerinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Jornav

[biguhêre]

Jêrnav

[biguhêre]

Têkildar

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha soranî په‌نجه‌ره (pencere), farisî پنجره (pencerê), tacikî панҷара (pancara) yan hevreh yan ji sanskrîtî पिञ्जर (piñjara: rekeh, qefes), ku herwiha serekaniya van peyvan e: hindî पिंजरा (piñjrā), gujaratî પીંજરું (pī̃jrũ), punjabi ਪਿੰਜਰਾ (piñjarā), asamî পিঁজৰা (pĩzora)... yan jî ji yûnanî παράθυρος (paráthuros: pencere) ji παρά (pará: ber, li ber, li nêzîkî) + θύρα (thúro: derî, dergeh).

Nişanyan idia dike ku belkî peyveke bi eslê xwe îranî be û ji peyva farisî بادگیره (badgîre: ba-gir, kuna bayî) be lê bi xwe jî qebûl dike ku dengguherîneke wisa ne asayî ye.

Peyv gelek dişibe hevwateyên xwe di gelek zimanên ewropî de jî lê têkiliya wan ne zelal e. Bi piranî nayê qebûlkirin ku peyva yûnanî παράθυρος (paráthuros) (ku belkî serekaniya peyva zimanên îranî ye) û peyva latînî fenestra hevreh bin. Peyva latînî ketiye piraniya zimanên ewropî, bo nimûne: spanî fenestra, îtalî finestra, fransî fenêtre, almanî Fenster, holendî venster, swêdî fönster... lê ne îngilîzî: window.

Peyv ji zimanên îranî ketiye piraniya zimanên Rojhilata Navîn û Rojhilata Ewropayê: tirkî pencere, azerî pəncərə, ermenî փանջարա (p'ancara), gurcî ფანჯარა (pancara), tirkmenistanî penjire, makedonî пенџере (pencere), sirbî пенџер (pencer), kroatî pendžer, albanî penxhere...

Li hin deverên kurmancîaxiv şibak ya ji erebî serdest e.

Peyva pace ne kurtkirina "pencere"yê ye.

Çavkanî:
  • Chyet, Michael L. (2003), “pencere”, li ser Kurdish–English Dictionary Ferhenga Kurmancî - Inglîzî‎[1], with selected etymologies by Martin Schwartz [li gel etîmolojiyên bijarte ji hêla Martin Schwartz ve], New Haven û London: Yale University Press
  • Nişanyan, Sevan, Çağdaş Türkçenin Etimolojisi [Etîmolojiya Tirkiya Modern] (bi tirkî): pencere
  • Cabolov, R. L. (2001–2010), Etimologičeskij slovarʹ kurdskovo jazyka [Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî] (bi rusî), Moskova: Russian Academy Press Vostochnaya Literatura
  • The Tower of Babel - An Etymological Database Project [Birca Babilê - Projeyeke Danegeha Etîmolojî] (bi îngilîzî û rusî): http://starling.rinet.ru/

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]

pencere

  1. pencere

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • Deng: guhdar bikeⓘ(file)
[biguhêre]

pencere

  1. pencere, pace, şibak