rade

Ji Wîkîferheng
Here nagîvasyonê Here lêgerînê

Kurdî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

  •  IPA(kilîd): /rɑːˈdɛː/
  • Jihevqetandin: ra‧de

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî rade rade
Îzafe rada radên
Çemandî radê radan
Nîşandera çemandî radê wan radan
Bangkirin radê radino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî radek radin
Îzafe radeke radine
Çemandî rade radinan

rade

  1. pile, ast, derece, sewiye, hîza, darax, tax, hindav, teng, rêgar,
    bilindahî yan nizmahiya tiştekî
    ta çi radeyê (çend, çiqas)
    • Li Tirkîyê jî du dîtin hene, yek Kurda wekî hindikayî dipejirîne û di nav çarçoweyek teng da mafên kultirî derdêxe pêş. Hêla din, hê li ser siyaseta nijadperest israr dike, qala bi kar anîna zimanê kurdî dike, lê ne di dewsek fermî da. Bi ya vana, divê mafên Kurda di ti dokumantên fermî da cî negrin, bi tenê ziman û kultir di jiyana rojene da û wekî mafên keseyatî bila bi kar bin!. Hikumet, arteş û bi kurtî deshilatîya sîyasîya Tirk, li ser vê sîyasetê israr dike. Lewra, ew dizanin ku mafên Kurda di vê radeyê da bimînin, ji ber ku di destê dewletê da derfetên teknolojîk yên gelek fireh hene, di hindirê demek ne dûr da, asîmîlasyon bi giştî di bandora xwe bavêje ser nirxên neteweyî yên miletê Kurd. Belê navê Kurd û Kurdistanê her tim dê hebin, lê aksîyonek sîyasî û hestên neteweyî dê vemirin, tine bin. Herweha, tê gotin ku ji îro ve li gelek gundên Kurdistanê zarok bi tirkî diaxifin. — (Gelawej.org, 11/2005)

Bikaranîn[biguhêre]

Lêker:

Navdêr:

Rengdêr:

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreha tirkî radde, ji erebî رادة(rāda) (raddet), رد (red: wergerîn, zivirîn), ji eynî rehî: red. Ji vê dawiyê ketiye kurmancî, bi taybetî bi rêya soranî lê di soranî bi xwe de jî di nav gel de peyda nabe. Ihtimalen ji osmanî ketiye kurdî û bi texmîna ku ew peyveka esil-kurdî be hatiye bikaranîn. Bi texmîneka qayim ew ji tirkî derbazî kurdî bûye çunkî bi maneya xwe ya kurdî ew di erebî de ne li kar e.

[biguhêre]

Werger[biguhêre]