newal

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî newal newal
Îzafe newala newalên
Çemandî newalê newalan
Nîşandera çemandî newalê wan newalan
Bangkirin newalê newalino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî newalek newalin
Îzafe newaleke newaline
Çemandî newalekê newalinan
Newalek anku nehalek.

newal

  1. (erdnîgarî) Gelî (bi taybetî yên biçûk), co, robarê biçûk.
    • Herçî tivingvanên qenc [in], wê di serê şikêr, rizde, zinar û serîyên bilind de bisekinin û peyayên din wê di çewrik, kortik, şîp, şikêf, newal û mesîlan de bigerin. — (C.Bedirxan, Ronayî, Rûpel 519.)
    • Keçik dibê Feqî, heyran, bejna min kin e, lo, ne dirêj e / Li ser gaz û mesîlan û newalan ji xwe re, lo, şax davêje. — (M. Emîn Bozarslan, Baxçê Zimên, Rûpel 548)

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

Hevmane[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Herwiha nehal / nihal ji aramî ܢܚܠܐ(nexal), hevreha îbrî נחל(naxal). Herwiha bide ber aramî ܢܗܪܐ(nehra, ro, robar) yan ji erebî أَنْهَار‎(ʾanhār) ku pirjimara نَهْر(nahr, çem, ro, robar) e. Hevreha îbranî נהר(nahar), ugarîtî 𐎐𐎅𐎗 (n-h-r), akadî 𒀀𒇉 (narû), hemû ji proto-samî. Heman peyv wek نهر(nehr) derbasî farisî bûye û wek nehir ketiye tirkî jî. Guherîna "h/w" (bo nimûne hinda / winda) û "l/r" (bo nimûne bilûl / bilûr) di kurdî de du diyardeyên berbelav in. Herwiha bo ketina herfên bideng ji destpêka peyvên ji erebî di kurdî de bide ber "emîr > mîr, Îbrahîm > Birahîm".

Werger[biguhêre]