Here naverokê

bilûr

Peyva heftêyê 16/2011
Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Zarrokek li bilûrê dide.

bilûr m

  1. (muzîk) Alaveke muzîkê ye ku mirov dike di devê xwe de û pif dike û tilên xwe li ser kunikêndilivîne daku awazên cuda-cuda jê derkevin.
    Hevmane: ney, fîq, şimşal
    • Bilûra min a şîrîn
      tu di sariya sibehê
      û hingûra êvarê de
      hevalê bêhevalan,
      destbirayê şivan û dilketiyan î.
      — (1941, Seydayê Gerok, Hawar 2, Hejmar 24-57[1], Nûdem, rûpel 798)

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina bilûr
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bilûr bilûr
Îzafe bilûra bilûrên
Çemandî bilûrê bilûran
Nîşandera çem. bilûrê wan bilûran
Bangkirin bilûrê bilûrino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bilûrek bilûrin
Îzafe bilûreke bilûrine
Çemandî bilûrekê bilûrinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Nêzîk

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *bʰel- (pif kirin, ba berdanê), hevreha latînî flo (pif kirin, pif dan), îngilîzî blow (pif kirin), fransî souffler (ji latînî sufflare ji sub- + flare, ji flo), almanî blähen (pif kirin). fransî Flute (bilûr) û îngilîzî û peyvên nêzîkî wê di zimanên din yên ewropî de jî ji peyva latînî flare ne ku ew bi xwe jî ji proto-hindûewropî *bʰel- ye. Ev heman peyv serekaniya balguh ya kurdî ye ku hevreha بالش (baliş) ya farisî, beriziş ya avestayî, rusî болозно (bolozno), blazina ya slovenî, Balg ya almanî, ermenî բարձ (barj) ye. Bilandin/belandin di peyva dabilandin de jî ji vî rehî ye.

Çavkanî:
  • Michael L. Chyet (2020), Ferhenga Birûskî: Ferhenga Kurmancî-Înglîzî, Kurmanji-English Dictionary, Transnational Press London

Bide ber

[biguhêre]

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]

bilûr cins hewce ye (c=m: mê, c=n: nêr, c=mn: mê û nêr, c=nt: nêtar)

  1. Guhartoyeke belûr (cam, krîstal).