Here naverokê

tişt

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]

tişt n

  1. heyber, çi yê heye yan hebe
    Ev tişt çi ye?
    Ji bo bi awayekî texmînî îmakirina cismekî an jî jê revîna gotina navekî. Tişt, ne tenê şûna şênbera herwiha ji bo razbera jî tê bikaranîn. Cism fizîkîne û destdan mimkin e. Kevirek cism e lê fikir na. Tişt, dikare bibe hertişt.
    • Herwiha Philippe Ariès îdia dike ku di çaxa navîn de jî derbarê zarokatîyê de tiştek nedihat zanîn û zarok weku kesên kêm yanî yên ku hêj mezin nebûne, dihatin zanîn — (International Journal of Kurdish Studies, Peywendîya Çîrokên Gelêrî û Zarokan di gel Pêşnîyazeke Rêbazên Xwendinê yên Çîrokan [arşîv], 2025Kenan Subaşı, hj. 1, r. 23)
  2. şit, eşya, maliyet, saman, sermiyan, hûrûmûr, pertal
    Wisa feqîr e ku ti tişt li mala wî nîne.
    tiştûmişt

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • Herçî bînit, hindî tiştê xwarinê
    Dê mubarek bit li ber vê xwendinê
     — (Mela Hesenê BateyîMewlûda Kurdî , ~1720)

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina tişt
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî tişt tişt
Îzafe tiştê tiştên
Çemandî tiştî tiştan
Nîşandera çem. tiştî wan tiştan
Bangkirin tişto tiştino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî tiştek tiştin
Îzafe tiştekî tiştine
Çemandî tiştekî tiştinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha hin devokên kurmancî çiş, soranî şit, bi kurdiya başûri çişt, bi zazakî çî, farisî çîz, pehlewî tis / çih / çiş ji zimanên îranî. Bo zêdebûna T li dawiya peyvê, binêrin: hest

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya thing a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.