gora

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

Wate[biguherîne]

  1. bendika bendkirina rewşeka kesek e bi kesekî dî ve, bendikek e ku bi wê, rewşeka kesek bi kesekî dî ve tê bendkirin, û girêdan û tê dîyarkirin ku ew rewşa wî kesî bi kesekî dî ve bendkirî ye peyvik tim digel pêşbendika "li"yê bi kar tê anîn
    • nevî, zarokên zarokên jinek yan mêrek in, li gora wê jinê yan wî mêri"
      diş, xuşka xêzana zilamek e, li gora wî zilamî"
      tî, birayê şûyê jinek e, li gora wê jinê" û hwd.
  2. bendika dîyarkirin yan jî pirskirina dîtin, fikir, bawerî yan zanîna kesek e, bendikek e ku kesek bi wê, dîtin, fikir bawerî yan zanîna xwe dîyar dike yan jî kesek bi wê, dîtin, fikir, bawerî yan zanîna kesekî dî dipirse
    • li gora dîtina min, divê ku her du komele bi hevkarî cejna newrozê pîroz bikin"
      gelo li gora dîtina te, ev şol dê çawa be safîkirin?" û hwd.
  3. bendika bendkirina bûyerek yan rewşek e bi bûyerek yan rewşeka dî ve, bendikek e ku bi wê, bûyerek bi bûyereka dî ve yan rewşek bi rewşeka dî ve tê bendkirin, tê girêdan
    • li gora ku di zivistanan de hewa sar dibe, divê ku cilên qalind bên wergirtin" yanî wergirtina cilên qalind, bi rewşa sarbûna hewayê zivistanan ve tê bendkirin.
  4. bendika ragihandina sînorkirina karek, tevgerek yan rewşek e bi tiştek, bendikek e ku bi wê, tê ragihandin, tê dîyarkirin ku karek yan tevgerek yan rewşek bi tiştek sînorkirî ye, ew tişt li ber wî karî yan wê tevgerê yan wê rewşê dibe sînorek
    • lingê xwe li gora palasa xwe rake"
      nav giran e, li gora virran e"
      seq e, li gora heq"