nêrîn

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

Bilêvkirin[biguherîne]

Lêker[biguherîne]

nêrîn (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: -nêr-
RP.
Niha
ez dinêrim
tu dinêrî
ew dinêre
em, hûn, ew dinêrin
Fermanî Yekjimar binêre
Pirjimar binêrin
Rehê dema borî: -nêrî-
RP.
Boriya
sade
min nêrî
te nêrî
wê/wî nêrî
me, we, wan nêrî
Formên din:1rightarrow.png Tewandin:nêrîn
Mirov û ajel bi çavên xwe li tiştan dinêrin.

nêrîn lêkera xwerû, gerguhêz

  1. temaşe kirin, mêzekirin, mêzîn, berê xwe danê, seh kirin, fekirin, hêv kirin, mêze kirin, mêzandin, çav lê gerandin
    • Li min binêre.

Bi alfabeyên din[biguherîne]

Ji wêjeya klasîk[biguherîne]

  • Cama ku meya xas tê
    Binêrin talib çend in
    Wexwun ji destê rastê
    (Feqiyê Teyran ~1620)

Herwiha[biguherîne]

Tewîn[biguherîne]

Lêker:

  • -nêr-

Etîmolojî[biguherîne]

Herwiha nihêrtin, hevreha feylî nûřîn, şahzênî/şêxbizinî nîgerandin / ningerandin, farisî نگار (nigar > kurdî nîgar) û انگاشتن (engaşten > kurdî angaştin, texmîn kirin, idia kirin, xeyal kirin) ji zimanên îranî. Yan jî ya kurdî ji aramî נטר (n-ț-r-: nêrîn) ku herwiha serekaniya peyva kurdî "notir" (nobet, nobetdarî) e jî. Hevreha wê ya erebî wek "nezer" ketiye kurdî. Belkî "nêrîn" di gel "riwanîn" ya soranî jî hevreh be lê ne bêguman e.

[biguherîne]

Werger[biguherîne]

Navdêr[biguherîne]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî nêrîn nêrîn
Ravek nêrîna nêrînên
Çemandî nêrînê nêrînan
Nîşandera çemandî nêrînê wan nêrînan
Bangkirin nêrînê nêrînino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî nêrînek nêrînin
Îzafe nêrîneke nêrînine
Çemandî nêrînekê nêrîninan

nêrîn

  1. helwest, ray, dîtin, bawerî
    • Nêrîna te li ser vê meselê çi ye?
    • Bi nêrîna min, divê em bibin yek.

Werger[biguherîne]