Here naverokê

-a

Ji Wîkîferheng

Paşgir

[biguhêre]

-a

  1. Paşgirek e bo peyvên yekjimar yên zayendmê dema nomînek (cînavek / navdêrek / rengdêrek) diyarker li dû wê peyvê bêt.
    keça wê, jina Elî, pirtûka kevn, guleka sor, dareka stûr
  2. Dikeve dû hin peyvan û maneya "wê..., ya ku" didiyê.
    car + ‎-a → ‎cara
    dem + ‎-a → ‎dema
    bîsk + ‎-a → ‎bîska
    kêlîk + ‎-a → ‎kêlîka
    wext + ‎-a → ‎wexta
    gav + ‎-a → ‎gava
    Dema ez şiyar bûm, ew hinda bûbû
    Wê demê, ya ku ez şiyar bûm, ew hinda bûbû.
  3. Di zimanê devkî de paşgira pirrjimariyê ye dema peyv serbixwe be (ango ti nomîn li dû wê neyên).
    Hevmane: -an
    Du pirtûka bîne lê pênûsa li wir bihêle.Du pirtûkan bîne lê pênûsan li wir bihêle.
  4. Di zimanê devkî de paşgira pirrjimariyê ya dikeve pey cînavên diyarker dema ew li pêş peyvên pirrjimar yên tewandî bin.
    Hevmane: -an
    eva sêva yan va sêva (van sêvan), ewa xoxa yan wa xoxa (wan xoxan).
  5. Di hin devokan de dikeve dû peyva zayendmê ya li pey cînava "ev".
    Ev pirtûka xweş e (Ev pirtûk xweş e). Li gor hin devokan heman riste dikare wiha jî bêt got: Ev pirtûke xweş e / Ev pirtûka han xweş e / Ev pirtûka ha xweş e / Ev pirtûka he xweş e / Ev pirtûka hanê xweş e / Ev pirtûka henê xweş e.
  6. Paşgirek e hin peyvên nû pê hatine çêkirin ku maneya "ya / yê (pirr baş) tiştekî dizane" dide.
    bez + ‎-a → ‎beza
    fehm + ‎-a → ‎fehma
    xwend + ‎-a → ‎xwenda
    zan + ‎-a → ‎zana
  7. Pê hin navên jinan ji yên zelaman tên çêkirin.
    Fehîm + ‎-a → ‎Fehîma
    Hisên + ‎-a → ‎Hisna
    Kerîm + ‎-a → ‎Kerîma

Bide ber

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]
  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger

[biguhêre]

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA: /a/
  • Kîtekirin: a
  • Deng (Toulouse, Fransa):guhdar bike(file)

Paşgir

[biguhêre]

-a

  1. Paşgira rengdêrkirinê ye.
    belaxweş
    bonabaş
    longadirêj
    samaheman

Bilêvkirin

[biguhêre]

Paşgir

[biguhêre]

-a

  1. Paşgiregeke ingilîzî ye ku bi peyvên esil-latînî re tê bikaranîn û bi giştî pirjimariya van herdû paşgiran çêdike.
  1. Paşgireke ingilîzî ye ku ji latînî hatiye û made an jî bûjenan dike.

oksîdmagnesia

  • paşgirek e ku şûna paşgira -er ya fermî digire

• "me fatha was a corka burna doon the shipyard — “My father was a corker burner at the shipyard.”