Here naverokê

çeng

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • (Navdêr 1) IPA(kilîd): /ˈt͡ʃɛnɡ/
    • Deng (Bidlîs): guhdar bikeⓘ(file)
  • (Navdêr 2)  IPA(kilîd): /t͡ʃʰæŋɡ/
[biguhêre]
Qûya li çepê çengên xwe vekirine, ya li rastê na.

çeng n

  1. Destên firindeyan (yên ku tên hejandin daku bifirrin).
    Hevmane: bask, perr
  2. mil, dest, kulm, lep, mist
    çengek birinc bi minde
    • ~ 1720, Mela Hisênê Bateyî, Mewlûda Kurdî:
      Hatî Cebraîl li ba emrê Letîf
      Çengekî axê ji wê qebra şerîf
      Girt û ba tesnîmê safî kir hevîr

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina çeng
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî çeng çeng
Îzafe çengê çengên
Çemandî çengî çengan
Nîşandera çem. wî çengî wan çengan
Bangkirin çengo çengino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî çengek çengin
Îzafe çengekî çengine
Çemandî çengekî çenginan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji zimanên îranî, hevreha farisî چنگ (çeng), herwiha hevrehên din yên kurdî çengil, çembil, çengal, çimbil.

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]

çeng m

  1. (alava muzîkê) Amûreke muzîkê ya têldar e.
    Hevmane: lîr, arp, harp

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina çeng
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî çeng çeng
Îzafe çenga çengên
Çemandî çengê çengan
Nîşandera çem. wê çengê wan çengan
Bangkirin çengê çengino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî çengek çengin
Îzafe çengeke çengine
Çemandî çengekê çenginan

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji zimanên îranî. Hevreha farisî چنگ (çeng), farisiya navîn çeng, parsî şeng. Ji zimanên îranî ketiye gelek zimanên din jî: ermenî ճանկ (čank), č’angi, azerî çəng, erebî صنج (“ṣenc”)...

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]

çeng n

  1. Qeta piştî dest ya laşê mirov

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]

çeng

  1. mist, kulm, lep