çeng kirin

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

çeng kirin (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: çeng -k-
RP.
Niha
ez çeng dikim
tu çeng dikî
ew çeng dike
em, hûn, ew çeng dikin
Fermanî Yekjimar çeng bike
Pirjimar çeng bikin
Rehê dema borî: çeng -kir-
RP.
Boriya
sade
min çeng kir
te çeng kir
wê/wî çeng kir
me, we, wan çeng kir
Formên din: Tewandin:çeng kirin

çeng kirin lêkera hevedudanî, gerguhêz

  1. Ji nişka ve û bi lez xwe ji ciyekî avêtin ciyekî din, ji nişkave û bi lez xwe hilpekandin ji ciyekî bo ciyekî din
    • Husên, piştî ku Remezan cara dawî bang kirê, bi hostetî ji ser darê daketibû ser dîwêr û ji wir jî xwe çeng kiribû erdê. — (Mîran JanbarQolyeya CécileêWeşanxaneya Lîs2012, çapa 1em, r. 38, ISBN 9786054497010)
    • Rojekê, qralîçe çû ber çem ji bo xwe bişo, beqek ji nav avê xwe çeng kir derket derve û ji qralîçeyê re got:
      --Miradê te wê were cih. Berî ku salekê te biqede, tu ê keçekê bînî dinyayê...
       — (mehmetayaz.blogspot.com, DELALA LI DARISTANÊ RAZAYÎ, 03/2009)
    • Tam li ortê maseyê, di nav tepsiyekê de qazeke birastî hebû. Lê bi carekê qazê xwe ji maseyê çeng kir, ket erdê û bi kêr û çetela bi pista wê ve daçikandî, berê xwe da keçikê û li ber sekinî. — (dibistanakurdi.com, KEÇIKA NIFTIKFIROS, 2008)

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji çeng + kirin.

Werger[biguhêre]