Here naverokê

kulm

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]

kulm m

  1. (Anatolia/Axsere, Sirûc, Bismil, Îdir, Agirî, Hekarî, Mêrdîn, Şirnex, Mûş, Farqîn, Sêwreg, Licê) Destê givaştî.
    Hevmane: mist, gurmiç, gurmist
    • Bêî ku bihêlin Muxtar bipeyive, wan bi kulm û pehînan ew li cîpê siwar kirin. — (Firat Cewerî (1986), Girtî, Weşanên Nûdem)
  2. Destek tijî, ji bo pîvanê destê pirr ji tiştek an jî keresek.
    Hevmane: mist
    Kulmek dendik bide min.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina kulm
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kulm kulm
Îzafe kulma kulmên
Çemandî kulmê kulman
Nîşandera çem. kulmê wan kulman
Bangkirin kulmê kulmino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kulmek kulmin
Îzafe kulmeke kulmine
Çemandî kulmekê kulminan

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Qusandin ji kulmist, bide ber gurmist, soranî کۆڵەمشت (kollemşit), مشتەکۆڵە (miştekolle), ji kul +‎ mist, ya pêşîn girêdayî soranî کۆڵ (koll, goc; ko, kot), ko, kot, zol, col û goc.

Bide ber

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya fist a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.