çeng bûn
Xuyakirin
Bilêvkirin
[biguhêre]- Kîtekirin: çeng bûn
Lêker
[biguhêre]| çeng bûn (negerguhêz) | ||
|---|---|---|
| Rehê dema niha: çeng-b- | ||
| RP. Niha | ||
| ez | çeng dibim | |
| tu | çeng dibî | |
| ew | çeng dibe | |
| em, hûn, ew | çeng dibin | |
| Fermanî | Yekjimar | çeng bibe |
| Pirjimar | çeng bibin | |
| Rehê dema borî: çeng-bû- | ||
| RP. Boriya sade | ||
| ez | çeng bûm | |
| tu | çeng bûyî | |
| ew | çeng bû | |
| em, hûn, ew | çeng bûn | |
| Formên din: | ||
çeng bûn negerguhêz (lêkera hevedudanî)
- Ji ber tirs, kelecan an hişyariyekê bi lez ji ciyê hilpekîn û rûniştin, ji nişka ve ji ciyê dirêj bûye rabûn û rûniştin
- 2002 kanûna paşîn, amude.de, Melayê meşhûr kî ye?, Adar Jiyan:
- Roja ku dibe zava, temezîya (duak) bûkê hêdî ser ruyê wê dide alî ku çi bibîne; bûka ser bixêlî ji tiştekî Xwedê re nabe. Tu hizn û cemala wê nîne. Paşê xwe dide bûkê û heta sibê bêdeng radizê. Bûk destê sibehê, diniquçîne Mele û dibêjiyê: "Ezbenî ka te ji min re ne got, bê vê sibehê ezê xwe rey kê bidim û rey kê nedim?" Mele ji nav nivîna xwe çeng dibe û dibêje: Hurmet, ez dexîlê te me, tuyê xwe rey min nedî û tu xwe rey kê didî bide.
- 2012, Mîran Janbar, Qolyeya Cécileê, çapa 1ê, Weşanxaneya Lîs, →ISBN, rûpel 72:
- Gava ku dihate dawiya sirîda vê filîmê, gava ku dor dihate fînalê, bişirîna Remezan, çavên wî, lêvên wî her ku diçû ranêzîk dibûn û tam gava ku Remezan, ji bo ku wê ramûse, lêvên xwe ranêzîkî wê dikirin, Cécile çeng dibû ser xwe.
- 2000, Lales Qaso: Xezeba Azadiyê Weşanên Pelda, r. 13:
- Çavên tirsê dijwar bûn. Sahwa wê jî. Hersê çekdar bi hev re çeng bûn wê navê û bi nav şekalan de pengizîn.