firîn

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

firîn (lêkera negerguhêz)
Rehê dema niha: -fir-
RP.
Niha
ez difirim
tu difirî
ew difire
em, hûn, ew difirin
Fermanî Yekjimar bifire
Pirjimar bifirin
Rehê dema borî: -firî- / -firiya-
RP.
Boriya
sade
ez firîm / firiyam
tu firî / firiyayî
ew firî / firiya
em, hûn, ew firîn / firiyan
Formên din: Tewandin:firîn
Bazek difire.

firîn lêkera xwerû, negerguhêz, r-ya req

  1. Li hewa meşîn, li hewa livîn, li hewa hatin û çûn, li hewa ji derekê gihiştin derek din.
    Ma fîl jî difirin?!
  2. Rabûn hewa û li hewa çûn.
    Baz ji cihê xwe firî û hinda bû.
  3. Bi firokeyê hatin yan çûn.
    Ji Almanyayê firîn Kurdistanê.

Herwiha[biguhêre]

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Têkildar[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreha soranî فڕین(firrîn), kurdiya başûrî perrîn, şahzênî / şêxbizinî perandin, elperandin, zazakî firrayene, perrayene, hewramî firrey, farisî پریدن‎ (perîden), pehlewî perîten, hevrehên din ya kurmancî fir, per, pel(ên daran), pelg, belg, sanskrîtî पत्त्र (pettre: per), rusî перо́ (peró: per), yûnaniya kevn πτερόν (ptêron: per, çeng, bask), lîtwanî sparnas (firîn), îngilîziya kevn û navîn feþer (per), îngilîziya nû feather (per), almanî Feder, latînî penna (< *petna)... hemû ji proto-hindûewropî *péth₂r̥ (per, bask, çeng) ji *peth₂- (firîn) e ku serekaniya avestayî 𐬞𐬀𐬙𐬀𐬌𐬙𐬌 (peteyti: firîn), sanskrîtî पतति (peteti: firîn), latînî petō (firîn)... e. ფრენა (prêna) ya gurcî belkî ji îranî be lê ji ber dengê firînê di gelek zimanan de ew bi dengekê wek "per-" e: bo nimûne aramî ܦܪܚ (prex), îbranî פרח (pirex). Tevî ku "firîn" ya kurdî dişibe "fly" ya îngilîzî û voler ya fransî jî, ew ne hevreh in. Heta niha di hin peyvên îranî yan hindûewropî de P di bin tesîra erebî de dibû F (bo nimûne: fisteq ji piste, bi pehlewî pisteg). Lê di "firîn"ê de ne ji tesîra erebî ye ji ber ku ew peyv neketiye erebî. Heman diyardeya guherîna P bi F bi awayekê gelek berbelavtir di zimanên germenî de diyar e. Bo nimûne kurdî "pênc" lê almanî fünf, swêdî fem û îngilîzî five.

Bi zaravayên din[biguhêre]

  • Zazakî: firayene, perayene, fir, dayene, raperayene

Werger[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî firîn firîn
Îzafe firîna firînên
Çemandî firînê firînan
Nîşandera çemandî firînê wan firînan
Bangkirin firînê firînino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî firînek firînin
Îzafe firîneke firînine
Çemandî firînekê firîninan

firîn

  1. Maneya vê peyvê hê nehatiye nivîsîn. Heke hûn maneya wê bizanin, kerem bikin binivîsin.

Werger[biguhêre]

Soranî[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

firîn

  1. firîn, firiyan