Here naverokê

gihiştin

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]

Lêker

[biguhêre]
Lêkera negerguhêz
Rehên niha -gih-
-gihêj-
-gêj-
-gihîj-
Rehê borî -gihişt-

gihiştin negerguhêz (lêkera xwerû)

  1. Heta derekê çûn yan hatin.
    Dema em gihiştin malê, bûbû êvar.
  2. Dem hebûn bo kirina tiştekê/î.
    Ez negihiştim karê xwe temam bikim.
  3. (fêkî yan sebze) Ketin wê qonaxê ku êdî dikarin bên xwarin.
    Ev firingî hê negihiştine, şînik in û nayên xwarin.
  4. bi dû ketin, digel beşdar bûn.
    Ez dê bigihim rêbaza Pêşmergeyî.
  5. Fêhm kirin.
    • (Tu dikarî tarîxa vê jêgirtinê binivîsî?), Bexçeyê Vîşne, Anton Çexov, Weşanên Nûdem:
      Tiştên em niha nagihîjinê, em ê rojek ji rojan bi dest bixin […]
  6. qîm kirin, têr kirin, qîmî (tiştekî) kirin, têrî (tiştekî) kboririn
    • 1986, Firat Cewerî, Girtî, Weşanên Nûdem:
      Welleh birazî ez weke berê me. Doktor emeliyata min dixwaze, lê buha ye, qeweta min nagihîjiyê.
  7. mezin bûn
    • 1857, Mela Mûsayê Hekarî, amadekariya Hêmin Omer, Durrû’l Mecalîs, di 2022 de hate weşandin, rûpel 163:
      ...evene cil û lîbasê min ên berêne...û paşî saya we gihame mal û dewletê û rûtbeya wezaretê.
      }

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • ~ 1640, Melayê Cizîrî, Dîwan:
    Sîne putxane ye îro me ji dêm û qed û qiştê
    Bi dilê sade çi kim ez ko tecella negihiştê
    Ew e min qibleyê cebhet di qiyam û di qu'ûdê

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Têkildar

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Herwiha gihan, soranî gehan/gehîştin, ji *gediştin, ji *ged- + -iştin/-an; ji forma bêyî a- ya hatin (<*ageden). Bide ber farisiya navîn [skrîpt hewce ye] (ameden) û [skrîpt hewce ye] (meden), herdu bi maneya hatin. Lê heke hevreha partî [Peyv?] (/⁠wihişt-⁠/, “ber pê ve çûn, bi walî ve livîn”) bibe ne ji wê ye. Herwiha bide ber proto-îranî *gátiš (getiş, “çûn, livîn”), ji proto-hindûewropî *gʷḿ̥tis (“gav avêtin, meşîn, bi rê ve çûn”), hevreha kurmancî gav, avestayî 𐬀𐬌𐬡𐬌-𐬔𐬀𐬌𐬙𐬌 (aiβi-gaiti), yûnaniya kevn βάσις (básis, “gav”) (>latînî basis (“bingeh”) > gelek zimanên ewropî, îngilîzî base). Di dawiyê de ne diyar e.

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]

gihiştin m

  1. Hatinaa yan çûna heta derekê yan cihekî.
    Em bi gihiştina wan ya vê derê dilxweş bûn.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina gihiştin
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gihiştin gihiştin
Îzafe gihiştina gihiştinên
Çemandî gihiştinê gihiştinan
Nîşandera çem. wê gihiştinê wan gihiştinan
Bangkirin gihiştinê gihiştinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gihiştinek gihiştinin
Îzafe gihiştineke gihiştinine
Çemandî gihiştinekê gihiştininan

Etîmolojî

[biguhêre]

Li jor li beşa lêkerê binêre.

Werger

[biguhêre]