Here naverokê

dest

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /ˈdɛst/
  • Deng (Wan): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: dest
[biguhêre]
dest (bi wateya teng)
dest (bi wateya berfireh)

dest n, t-ya nerm

  1. Organê balekirinê anku pelandinê, tilî û kef bi hev re, herdu beşên leşî yên ku li milî ji leşî vediqetin(yên mirovan her yek ji wan xwedî pênc tilan, kefekê, zendekê û enîşkekê ye)
    Hevmane: tet, tete (zimanê zarokan)
    • Paşî hingê Xaliqê her sûretê
      çêkirî Adem bi destê qudretê
      — (~1720, Mela Hesenê Bateyî, Mewlûda Kurdî)
    • ... jinek tê silavê li Rêberî dike û nameyekê dike destê wî û ji wê derê dûr dikeve. — (Sidqî Hirorî: Ez û Delal, roman, 2007)
    • Gava Ewrûpa di destê tarîtîya çaxa navîn de, ne di tu halî de bû, şewqa hinerê wergerê li Rojhilata Navîn belav dibû. — (2002, Mustafa Aydogan, Berê gotin hebû, Stockholm: Nefel, →ISBN, rûpel 118)
  2. destpêk
    • Dema vegerê hat û parêzer ji vî qasî pê ve ti agahî bi xwe re nebir ser nivîna xwe ya mezin û tarî, a ku di nav wê de geh bir vî alîyî û geh bir wî alîyî, ji ber şeveqa tarî heta ber destê sibehê. — (Robert Louis Stevenson (2020), tercimeya Ciwanmerd Kulek, Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. Hyde, Stenbol: Avesta, →ISBN, rûpel 20)
  3. alî, rex, hêl, al, teref
    destê rastê
    destê çepê
  4. taxim, deste
    destekî cilên nû min kirî.
  5. Beşên balekirinê yên heywanan.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina dest
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dest dest
Îzafe destê destên
Çemandî destî, dêst destan
Nîşandera çem. destî wan destan
Bangkirin desto destino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî destek destin
Îzafe destekî destine
Çemandî destekî destinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Jornav

[biguhêre]

Jêrnav

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *ǵʰes- (dest; bi destan dan/birin).

Hevreha soranî دەست (dest) û دەس (des), hewramî des, zazakî dest, belûçî دست (dest), partî dest, farisî دست (dest), tacikî даст (dast), farisiya navîn 𐭩𐭣𐭤‎ (dest), hexamenişî 𐎭𐎿𐎫 (d-s-t /deste-/), avestayî 𐬰𐬀𐬯𐬙𐬀 (zasta, /zeste-/), bextiyariya kevn λιστο (listo), peştûyî لاس (las), sanskrîtî हस्त (hásta), puncabî ਹਸਤ (hast), hindî हाथ (hāth), lîtwanî (pa)žasti̇̀s, albanî dorë, bretonî û îrlendî dorn, toxarî tsar, ermeniya kevn ձեռն (jeṙn)), ermenî ձեռք (jeṙkʻ), yûnaniya kevn χείρ (kheír), latînî hostia (qurbanî, diyarî, herfiyen ya ku bi destan tê dan)...

Di şaxên din yên zimanên hindûewropî de hinek peyvên ji rehên cuda tên bikaranîn, bo nimûne: îngilîzî hand, fransî main û rusî рука (ruka) ku ne hevrehên peyva kurdî dest û ne jî hevrehên hev in.

Çavkanî
  • Chyet, Michael L. (2003), “dest”, li ser Kurdish–English Dictionary Ferhenga Kurmancî - Inglîzî[1], with selected etymologies by Martin Schwartz [li gel etîmolojiyên bijarte ji hêla Martin Schwartz ve], New Haven û London: Yale University Press
  • Цаболов, Р. Л. [Cabolov, R. L., Tsabolov, R. L.] (2001-2010), Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка [Emcmoloƨcčeskcc̆ slovarʹ kurδskoƨo jazyka, Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî] (bi rusî), Moskova
  • The Tower of Babel - An Etymological Database Project [Birca Babilê - Projeyeke Danegeha Etîmolojî] (bi îngilîzî û rusî): http://starling.rinet.ru/

Werger

[biguhêre]

Kurtenav

[biguhêre]

dest

  1. Kurteya destination.