Here naverokê

gul

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
çend gul

gul m

  1. (gulûgiya) Giyayên kulîlkdar, giyayên bikulîlk; giyayên ku kulîlk pê ve şên dibin.
    • Mane li dorê cema
      Hin gulê bo'enber in
      Hin di şîrîn esmer in
      — (Melayê Cizîrî (~1640), Dîwan)
  2. (Reşwî) Dendikeke bo xwarinê.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina gul
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gul gul
Îzafe gula gulên
Çemandî gulê gulan
Nîşandera çem. gulê wan gulan
Bangkirin gulê gulino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gulek gulin
Îzafe guleke guline
Çemandî gulekê gulinan

Notên bikaranînê

[biguhêre]

Peyva "gul" bo xwarinê (bi tirkî, ayçiçek çekirdeği, înglîzî, sunflower seeds) ji peyva ji gulê gulberojê dihê ku li ser dendik heye. Li şûna wê "gul" "gil", "gûl" û "gula" jî dihê gotin.

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Têkildar

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

hevreh soranî گوڵ (guł), farisî گل (berê "gul", niha "gol"), tacikî гул (gul), pehlewiya nûtir 𐭢𐭫 (gul) pehlewi kevntir wred, lekî gil, zazakî vil, hewramî vilî, semnanî û talîşî vile, pertî 𐫇𐫀𐫡 (war), sogdî werd, avestayî 𐬬𐬀𐬭𐬆𐬜𐬀‎ (varǝδa-), îngilîziya kevn word (teraş, devî, dehl), norwecî orr / erre (teraş), albanî hurdhe (daralînk), latînî rubus (dirîk, strî)... hemû ji proto-hindûewropî *wr̥dʰo- (nesrîn).

Ev peyva îranî di sê serdemên cuda de ketiye gelek zimanên cîran û dûrtir jî:

Çavkanî:
  • Цаболов, Р. Л. [Cabolov, R. L., Tsabolov, R. L.] (2001-2010), Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка [Emcmoloƨcčeskcc̆ slovarʹ kurδskoƨo jazyka, Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî] (bi rusî), Moskova, rûpelên 399-400
  • Chyet, Michael L. (2003), “gul”, li ser Kurdish–English Dictionary Ferhenga Kurmancî - Inglîzî[1], with selected etymologies by Martin Schwartz [li gel etîmolojiyên bijarte ji hêla Martin Schwartz ve], New Haven û London: Yale University Press, rûpel 224
  • Horn, Paul (1893), Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingeha etîmolojiya farisî] (bi almanî), Strasbourg: K.J. Trübner, rûpel 206
  • Watkins, Calvert (2007), The American Heritage Dictionary of Indo-European Roots (bi îngilîzî), çapa 2an, Boston: Houghton Mifflin, rûpel 102
  • MacKenzie, David Neil (1966), The dialect of Awroman (Hawraman-i Luhon) Grammatical sketch, texts, and vocabulary[2] (bi îngilîzî), Kommissionaer: Munksgaard (København), rûpel 133
  • Etymonline. Online English Etymology Dictionary. <etymonline.com> by Douglas Harper.

Bide ber

[biguhêre]

Hin cûnên gulan

[biguhêre]

Gotinên pêşiyan

[biguhêre]

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]

Qafiye

[biguhêre]
[biguhêre]

gul

  1. (devkî) gulê bûn:
    guh lê bûn, bihîstin
    Mi gul te nebû.Min guh li te nebû. Min dengê te nebihîst.
    Mi gul muzîkê bû.Min muzîk bihîst. / Dengê muzîkê hat min.