Here naverokê

dûpişk

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Dûpişk (1)

dûpişk m

  1. (heywan) Heywanek adî yê heşt-ling û jehrewî ye, dorpî.
    • 2014, İsmail Dindar, Palûte‎[1], Evrensel Basım Yayın, →ISBN:
      ... dûpişkeke biçûk dîtin. Kalê min dûpişk bi sola xwe perçiqand. Bi tiliya qelîçankê ya destê rastê vedabû. Cihê ku pê ve dabû, sor bûbû. Pêşî di nîvî re zendê şero bi paçekî girêdan.
  2. (astronomî) Komek stêran e.
  3. (astrolojî) Bircek ku dikeve navbera mehên kewçer û sarmawazê yan sarmawaz û berfanbarê.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina dûpişk
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dûpişk dûpişk
Îzafe dûpişka dûpişkên
Çemandî dûpişkê dûpişkan
Nîşandera çem. wê dûpişkê wan dûpişkan
Bangkirin dûpişkê dûpişkino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dûpişkek dûpişkin
Îzafe dûpişkeke dûpişkine
Çemandî dûpişkekê dûpişkinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Bi ihtimaleke mezin ji dû +‎ pişt +‎ -k + -k. Bo dû (dûv) bidin ber tacikî каждум (každum) û derî کژدم (každum) ji каж (kaž) / کژ (kaž=xwehr) + дум (dum) / دم (dum, “dû, dûv”).

Pend

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya scorpion a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.